Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 14:21 - Kurmanji Încîl

21 “Heke ew kes belengaz be û hêza wî têra dayîna wê neke, ji bo kefareta xwe wê wekî pêşkêşiya berdêlê ya hejandinê berxekî û wekî pêşkêşiya dexlê, ji dehyeka efaya arvanê hûr a ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û logek zeyt bîne.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 14:21
17 Referans Kwoze  

“‘Heke hêza wî têra dayîna mî yan bizinekê neke, wê wekî pêşkêşiya berdêlê du qumrî yan du kevokan pêşkêşî Xudan bike. Wê yekî wekî pêşkêşiya paqijiyê û yê din jî wekî qurbana şewitandinê bîne.


“‘Heke hêza wê têra dayîna berxekî neke, wê du kevok an du qumriyan bîne ku yekê wekî qurbana şewitandinê û yekê jî wekî pêşkêşiya paqijiyê be. Wê kahin wan ji bo jinikê kefaretê bide û wê ew paqij bibe.’”


Kesê henekê xwe bi feqîran dike, Tinazê xwe bi Afirînerê wan dike, Kesê bi felaketê şa dibe, bêceza namîne.


Çimkî eger dilxwazî hebe, dayîna yekî ne li gor tiştê ku di destê wî de tune, lê li gor tiştê ku di destê wî de heye, meqbûl e.


Çimkî hûn kerema Xudanê me Îsa Mesîh dizanin. Bi ser ku ew dewlemend bû jî, ew bû belengaz, da ku hûn bi belengaziya wî dewlemend bibin.


Îcar Îsa çavên xwe ber bi şagirtên xwe ve hildan û got: «Xwezî bi we belengazan, Çimkî Padîşahiya Xwedê ya we ye.


Feqîr û dewlemend rastî hev tên, Afirînerê herduyan jî Xudan e.


Yê ku meyla serekan nake Û ji belengazan bêtir, qedrê dewlemendan nagire, Ma ne Xwedê bixwe ye? Çimkî ev hemû karên destê wî ne.


Ew belengazan ji toza erdê radike, Hejaran ji sergoyan derdixe Ku bi mîran re rûnin Û textê rûmetê bibe mîrasa wan. Bingeha dinyayê ya Xudan e, Wî dinya li ser vê daniye.


Li gorî hêza wî wê du qumrî yan du têjikên kevokan jî bîne. Wê yek bibe pêşkêşiya paqijiyê, ya din jî bibe qurbana şewitandinê.


“‘Heke hêza wî têra dayîna du qumrî yan du kevokan neke, wê ji ber sûcê xwe wekî pêşkêşiya paqijiyê, dehyeka efaya arvanê hûr bîne. Wê zeytê nerijîne ser û guniyê bi ser de neke. Çimkî ev pêşkêşiya paqijiyê ye.


“‘An heke pêşkêşî qurbana şewitandinê ya ji bo Xudan a ji çivîkan be, divê ji qumrî yan têjikên kevokan be.


“Wê di roja heştan de, du berxên nêr ên bêqisûr, berxeke mê ya bêqisûr a yeksalî, pêşkêşiya dexlê ji dehan sisêya efaya arvanê hûrê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û logek zeyt bîne.


Heke kesek feqîr û hêza wî têra berdêlê neke, wê li pêş kahin bisekine û wê kahin bi qasî hêza kesê ku ji Xudan re kifş kir, berdêlê diyar bike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite