Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 14:20 - Kurmanji Încîl

20 Wê kahin qurbana şewitandinê û pêşkêşiya dexlê li gorîgehê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin ji bo wî kefaretê bide û wê paqij bibe.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 14:20
4 Referans Kwoze  

“Wê di roja heştan de, du berxên nêr ên bêqisûr, berxeke mê ya bêqisûr a yeksalî, pêşkêşiya dexlê ji dehan sisêya efaya arvanê hûrê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û logek zeyt bîne.


Çawa ku Mesîh ji me hez kir û ji bo me xwe feda kir û xwe wek pêşkêş û goriyeke bîhnxweş pêşkêşî Xwedê kir, hûn jî wisa di hezkirinê de rêve herin.


Kesê tê paqijkirin wê kincên xwe bişo, hemû mûyên xwe kur bike û serê xwe bişo. Wê bi vî awayî paqij bê hesibandin. Êdî ew dikare bikeve artêşgehê lê wê heft rojan li derveyî kon bimîne.


Wê di roja heftan de hemû por û mûyên xwe kûr bike. Wê porê xwe, rihê xwe, birûyên xwe û hemû mûyên di bedena xwe de kur bike. Wê kincên xwe bişo. Piştî bedena xwe bi avê şûşt, wê paqij bê hesibandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite