13 Wê berx li Pîrozgehê, li dera ku pêşkêşiya paqijiyê û qurbana şewitandinê tê serjêkirin, serjê bike. Çimkî wekî pêşkêşiya paqijiyê, pêşkêşiya berdêlê jî ya kahin e. Ew gelekî pîroz e.
“We çima pêşkêşiya paqijiyê li dereke pîroz nexwar? Ew gelekî pîroz e. Ji bo ku hûn sûcên civakê rakin û li hizûra wî ji bo wan kefaretê bidin, Xudan ew dabû we.
Wê conega li hizûra Xudan bê serjêkirin. Wê kurên Harûn ku kahin in xwînê pêşkêş bikin. Wê bi her aliyên gorîgehê ve bireşînin ku li ber deriyê Konê Hevdîtinê ye.