Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 14:12 - Kurmanji Încîl

12 Wê kahin berxekî hilde û wekî pêşkêşiya berdêlê berx û logek zeyt pêşkêş bike û wan wekî pêşkêşiya raberkirinê li hizûra Xudan bihejîne.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 14:12
13 Referans Kwoze  

hemûyan bidî kulmên Harûn û kurên wî. Tê wan li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê bihejînî.


Lê Xudan ji perçiqandina wî razî bû, Wî xwest ew were eziyetkirin. Çimkî gava canê wî bû pêşkêşiya berdêlê, Wê ziriyeta xwe bibîne û emrê wî dirêj be. Wê armanca Xudan di destê wî de pêşve here.


“Tê bezê berên, dûvê bibez yê wî, bezê ûr û roviyên wî, perdeya kezebê, herdu gurçik, bezê ser gurçikan û hêta rastê hilînî. Çimkî ev beranê tayînkirinê ye.


“Tê singê beranê ku ji bo tayînkirina Harûn hatiye veqetandin hilînî. Tê li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê bihejînî. Wê ew sing bibe para te.


“Wê di roja heştan de, du berxên nêr ên bêqisûr, berxeke mê ya bêqisûr a yeksalî, pêşkêşiya dexlê ji dehan sisêya efaya arvanê hûrê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin û logek zeyt bîne.


Kahinê karê paqijiyê dike wê kesê ku wê paqij be û tevahiya van tiştan li hizûra Xudan, li ber deriyê Konê Hevdîtinê bide sekinandin.


Ji bo kefareta vî kesî, wê kahin pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş bike. Paşê wê qurbana şewitandinê serjê bike.


“Heke kesek li ser tiştên pîroz ên Xudan bi nezanî guneh û nedilsoziyê bike, wê wekî pêşkêşiya berdêlê, beranekî bêqisûr pêşkêşî Xudan bike. Wê bihayê wî bi şekelê zîvîn, bi şekelê Pîrozgehê bê pîvan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite