Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 11:32 - Kurmanji Încîl

32 Her tiştê ku bi termê van bikeve, wê qirêj bibe –hemû taximên darîn, kinc, çerm û çûx, her tiştê ku kar pê tê kirin– wê wan bixin nav avê û wê heta êvarê qirêj bimîne. Piştre wê paqij bibe.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 11:32
12 Referans Kwoze  

Heke zilamê herikîn jê tê xwe bi dîzikê bike, wê ew dîzîk bê şikandin û hemû taximên darîn a ku ew pê bûye jî wê bi avê bê şûştin.


wî em, ne ji ber kirinên rast ên ku me kirine, lê li gor rehma xwe, em bi şuştina jinûveçêbûnê û bi nûkirina Ruhê Pîroz xilas kirin.


Wî xwe ji bo me feda kir, da ku me ji her neheqiyê rizgar bike û ji xwe re paqij bike û bike gelê ku ji bo kirinên qenc bi xîret e.


Dîzika ku goşt tê de hatiye kelandin, divê bê şikandin. Heke di tiştekî tûnc de hatibe pehtin, divê baş bê celandin û bi avê bê şûştin.


Ev heywanên ku bi erdê ve dişêlin ji bo we qirêj in û her kesê ku xwe bi termê wan bike wê heta êvarê qirêj bimîne.


Her kesê di dema mal hatiye girtin de bikeve malê, wê ew kes heta êvarê qirêj bê hesibandin.


Wê kahin yekê ji wan wekî pêşkêşiya paqijiyê û ya din jî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bike. Bi vî awayî wê kahin li hizûra Xudan ji bo herikîna wî kefaretê bide.


“Zilamê ku nêriyê ji bo Ezazel berdaye çolê, wê kincên xwe û bedena xwe bi avê bişo. Paşê dikare bikeve artêşgehê.


“‘Çi welatî çi jî xerîb, hemû kesên ji we ku ji termê heywanê bi xwe miriye yan ji aliyê heywanekî çolê ve hatiye perçekirin bixwe, wê kincên xwe bişo, serê xwe bişo û heta êvarê qirêj bê hesibandin. Piştre wê paqij bibe.


her kesê ku bi tiştekî wiha dibe, wê heta êvarê qirêj bê hesibandin û heta ku bedena xwe neşo, wê ji pêşkêşiyên pîroz nexwe.


Wê kahin cilên xwe û serê xwe bişo. Piştre wê here artêşgehê, lê wê heta êvarê qirêj bê hesibandin.


Her taxima ku devê wê vekirî ye û derxûnê wî tuneye, wê qirêj bê hesibandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite