22 Ji nav wan, hûn dikarin van heywanan bixwin. Hûn dikarin hemû cureyên kuliyan; kuliyê biçûk, circirk, circirkê tebaxê bixwin.
Yûhenna cilekî ji pirça devê li xwe kiribû û li pişta wî jî qayîşeke çermîn hebû. Wî kulî û hingivê çolê dixwarin.
Cilên Yûhenna ji pirça devê bûn û qayîşeke çermîn li pişta wî girêdayî bû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû.
Gelek tişt hene ku em li ser vê yekê bêjin; lê ji ber ku guhên we giran bûne, şîrovekirina wan zehmet e.
Em ên ku xurt in, em deyndar in ku em qelsiyên wan ên ku di baweriyê de lewaz in, hilgirin û li dilxweşkirina xwe negerin.
Yê ku di baweriyê de qels e qebûl bikin, lê li ser fikrên xumalî bi wî re devjeniyê nekin.
Destên qels hêzdar bikin, Çokên sist bişidînin.
Ji kêzikên biperik ên li ser çar lingên xwe diçin, hûn dikarin goştê hinekan ji wan ên ku ji bo xwe hil bavêjin, lingên xwe dixebitînin bixwin.
Lê hemû kêzikên çarling û biperik ên din ji bo we kirêt in.