Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 11:10 - Kurmanji Încîl

10 Hemû jîndarên ku di çem û deryayan de dijîn –hem ên ku di koman de dijîn hem jî yên din– lê bêperik û bêpûlik in, ji bo we kirêt in

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 11:10
10 Referans Kwoze  

Neheq ji rastan re kirêt in, Kesên riya rast, ji xeraban re kirêt in.


Heke ji goştê qurbana aştiyê roja sisêyan bê xwarin, wê qebûl nebe û ji kesê ku pêşkêş kir re neyê hesibandin. Çimkî wê qirêj bê hesibandin û kesê ku jê bixwe jî wê sûcdar bê dîtin.


Kesê bi şehrezayan re digere şehreza dibe, Lê hevalê bêaqilan xisarê dibîne.


“Hûnê tu tiştekî kirêt nexwin.


Lê heçî yên tirsonek in, yên bêewle, yên di nav pîsîtiyê de ne, yên kuştinê dikin, yên zînakar, yên sêrbaz, yên pûtperest û hemû yên ku derewkar in, para wan di wê golê de ye, ku bi êgir û kewkurtê dişewite. Mirina diduyan ev e.»


Xwedê got: “Bila av kerî bi kerî bi afirîdên jîndar tije be û bila li ser erdê, li qûbeya ezmên teyr bifirin.”


“‘Ji hemû heywanên nav avê, hûnê bi tenê heywanên biperik û bipûlik bixwin, çi di çêm de, çi jî di deryayan de dijîn.


û ji bo we wê kirêt bibin. Hûnê goştê wan nexwin û wê mirarên wan jî, ji bo we kirêt bên hesibandin.


Lê hûnê heywanên bêperik û bêpûlik nexwin. Ev ji bo we qirêj in.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite