Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 1:17 - Kurmanji Încîl

17 Wê bi baskên çivîkê bigire ji hev cuda bike, lê wê bi tevahî ji hev veneqetîne. Paşê wê kahin li ser êzingên agirê li ser gorîgehê pêxistî ye bişewitîne. Ev qurbana şewitandinê ye. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 1:17
20 Referans Kwoze  

Avram hemû jê re anîn û ew di nîvî de qelaştin û her nîvek danî hember yê din. Lê wî çivîk neqelaştin.


Mesîh jî bi carekê ji bo gunehan cefa kişand, da ku me bigihîne Xwedê. Yê rast ji bo yên nerast mir. Ew di bedenê de hat kuştin, lê ji aliyê Ruh ve hat vejandin.


Îsa di ber neheqiyên me de teslîmî mirinê hat kirin û ji bo rastderxistina me rabû.


Gava ku Îsa sihik vexwar, wî got: «Temam bû», serê xwe xwar kir û ruhê xwe da.


Îsa careke din bi dengekî bilind qîriya û ruhê xwe da.


Çimkî tu min li diyarê miriyan terk nakî, Ji rizîbûna pîrozê xwe re dil nakî.


Wê wan bîne ba kahin û wê yê pêşî wekî pêşkêşiya paqijiyê pêşkêş bike. Wê serê çivîkê jêke lê ji laşê wê veneqetîne.


Lê wê ûr û rovî û pepikên wî bi avê bên şûştin. Paşê wê kahin hemûyan li ser gorîgehê bişewitîne û pêşkêş bike. Ev qurbana şewitandinê ye. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.


Xudan bi bêhna xweş a qurbanên şewitandinê kêfxweş bû û got: “Tevî ku meyla dilê mirov ji zarokatiyê ve bi ser xerabiyê ve ye, êdî ezê careke din ji ber mirovan vê axê nalet nekim. Wekî min niha kir, êdî ezê careke din her jîndarî tune nekim.


Wan hemû perçeyên pêşkêşiyê û serê wî jî da Harûn. Harûn ew li ser gorîgehê şewitandin.


Wê bîne ba kurên Harûn ku kahin in. Wê kahin jê kulmek arvanê hûr û zeytê bi tevahiya guniyê ve hilde û para diyarkirî ya li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.


Wê kurên Harûn wan bi qurbana şewitandinê ya li ser êzingên êgir, li ser gorîgehê bişewitînin. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.


“‘Rê û rêbaza pêşkêşiya dexlê ev e: Wê kurên Harûn li ber gorîgehê, li hizûra Xudan pêşkêş bikin.


Wî ûr û rovî û pepikên wî bi avê şûştin û tevahiya berên li ser gorîgehê şewitand. Ev qurbana şewitandinê bû ku bêhna xweş bide. Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan bû. Çawa ku Xudan lê emir kiriye, Mûsa wiha kir.


û ji pêz an dewêr pêşkêşiya şewitandinê bikin ku bêhna wê bi Xudan xweş tê –dixwazî qurbana şewitandinê, dixwazî qurbaneke din a ku ji bo sozekê pêk bîne, wekî pêşkêşiya dilxwaziyê, yan jî, ji bo cejneke kifşkirî–


Çawa ku we serê sibê kiriye, hûnê berxê din ber êvarê jî bi pêşkêşiya dexlê û pêşkêşiya rijandinê pêşkêş bikin. Hûnê wekî pêşkêşiya şewitandinê pêşkêş bikin ku bêhna wê bi Xudan xweş be.’”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite