Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Kolosî 4:3 - Kurmanji Încîl

3 Bi vê yekê re ji bo me jî dua bikin, da ku Xwedê ji bo peyvê deriyekî li ber me veke, ku em sira Mesîh a ku ez di ber wê de di girtîgehê de me, bêjin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

3 Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em surʼa Mesîh eʼlam kin, bona kʼîjanê jî ez van qeydada me.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Бона мә жи дӧа бькьн, ԝәки Хԝәде дәри бона хәбәрдане ль бәр мә вәкә, кӧ әм сӧрʼа Мәсиһ әʼлам кьн, бона кʼижане жи әз ван ԛәйдада мә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 رَخ وه یگه بُ مَ ژی دعایا بِگَن گو خدا، بُ کلامه دَرَگه سَر مَدا وَگَت گو اَم بِگارِن سِرّا مسیحْ بِژِن. هَمَن اَو سِرّا گو اَز بَر خاطره وه زیندانه دا مَ.

Gade chapit la Kopi




Kolosî 4:3
27 Referans Kwoze  

Gava hatin, wan civîna bawermendan kom kir û hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kiribûn û çawa deriyê baweriyê li ber miletan vekiribû, tev gotin.


yanî wê sira ku ji dem û nifşên berê ve hatiye veşartin, lê niha ji pîrozên wî re hatiye eşkerekirin, bi tevahî bêjim.


Gava ku ez ji bo Mizgîniya Mesîh hatim Troyayê, ji aliyê Xudan ve deriyek li ber min hat vekirin,


Ji ber vê Mizgîniyê ez wek sûcdarekî hatime girêdan û tengahiyê dikişînim, lê belê peyva Xwedê ne girêdayî ye.


Ji bo min rast e ku ez li ser we hemûyan weha bifikirim, çimkî hûn di dilê min de ne. Hem di girtina min de û hem jî di parastin û rastderxistina min a Mizgîniyê de, hûn hemû bi min re hevparên keremê ne.


Îcar ez yê ku di ber Xudan de girtî me, ez ji we hêvî dikim ku hûn di jiyana xwe de bi awayê ku hêjayî gazîkirina we ye, rêve herin.


Çimkî ji bo xebatê deriyekî fireh li ber min vebûye û yên ku li hember radibin gelek in.


Bila mirov me xizmetkarên Mesîh û şahneyên sirên Xwedê bihesibînin.


Birano! Ji bo me jî dua bikin.


Wî li wan vegerand û got: «Zanîna sirên Padîşahiya Ezmanan ji we re hatiye dayîn, lê ji wan re nehatiye dayîn.


Di vê navê de, ji bo min cihekî amade bike. Çimkî ez hêvî dikim ku ezê bi duayên we ji we re bêm bexişandin.


çimkî ez dizanim ku bi duayên we û bi alîkariya Ruhê Îsa Mesîh ev yek wê ji bo xilasiya min çêbe.


Bila Xudan rehma xwe li mala Onîsîforos bike, çimkî wî gelek caran dilê min rihet kir û ji girtîbûna min şerm nekir,


Ji bo vê yekê ez Pawlos, ji bo we miletan di ber Mesîh Îsa de girtî me.


Îcar bila rûmet ji wî Xwedayî re be yê ku dikare li gor Mizgîniya min û danezana Îsa Mesîh we qayîm bike; ew sira ku ji demên berê ve hatibû veşartin


Wek ku min berî niha jî bi kurtî nivîsîbû, ev sir bi peyxamê ji min re hat dayîn.


Gava ku hûn vê bixwînin, hûnê bikarin têbigihîjin ku ez sira Mesîh çawa fêm dikim.


û plana bi sira ku ji demên bê destpêk ve li ba Xwedayê ku her tişt afirandiye veşartî bû, ji hemûyan re derxim ber ronahiyê, ku ew çi ye.


Ez Pawlos, vê silavê bi destê xwe dinivîsim. Bînin bîra xwe ku ez girêdayî me. Kerem li ser we be.


Peyva Xwedê bide bihîstin, bi dem û bê dem li ser wê bisekine, bi hemû bîhnfirehî û hînkirinê hişyar bike, dengê xwe li wan hilde û cesaretê bide wan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite