Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 4:11 - Kurmanji Încîl

11 Birayên min, ketma hev nekin. Yê ku ketma birayê xwe dike û wî dadbar dike, ew ketma Şerîetê dike û Şerîetê dadbar dike. Eger tu Şerîetê dadbar bikî, tu ne ew î ku Şerîetê pêk tîne, lê belê tu li ser Şerîetê dadger î.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

11 Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kʼî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hʼakimê wê yî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Хәйба һәвдӧ нәкьн хушк-бьрано. Кʼи хәйба бьре хԝә дькә, йан лома бьре хԝә дькә, әԝ хәйба Ԛануне дькә у лома Ԛануне дькә. Ле һәгәр тӧ лома Ԛануне дьки, иди тӧ Ԛануне наԛәдини, ле һʼакьме ԝе йи.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 گَلی بِرایا، راستا یِگودو پیس قِسَ نَگَن. اَو مِرُوه گو له ضِدّ بِرایه خو پیس قِسَ گَت آن بِرایه خو محکوم گَت، له ضِدّ شِریعَته پیس قِسَ گِریَ و شِریعَت محکوم گِریَ. بله هَگو تِ شِریعَته محکوم گَی، ایدی تِ اَوه ناینی جی، بَلگو تِ سَر شِریعَته قضاوته دِگَی.

Gade chapit la Kopi




یعقوب 4:11
24 Referans Kwoze  

Loma xwe ji her xerabiyê, ji her hîle, durûtî, çavnebarî û ji her cûre ketmê dûr bixin.


Ji ber vê yekê, ey mirovê ku dadbar dike, tu kî bî jî hêceta te tune. Ji ber ku di tiştê ku tu yên din dadbar dikî de, tu xwe sûcdar derdixî. Çimkî tu yê ku dadbar dikî, tu eynî tiştan dikî.


Birano, gazinan ji hev nekin, da ku hûn neyên dîwankirin. Va ye, dadger li ber derî rawestayî ye!


«Dadbar nekin, hûn jî nayên dadbarkirin; sûcdar dernexin, hûn jî sûcdar nayên derxistin; lê bibihûrin, wê li we jî bê bihûrtin.


Ji ber vê yekê, heta ku Xudan bê, beriya wext, dîwana tiştekî nekin. Xudan wê tiştên di tariyê de veşartî ronahî bike û niyeta dilan eşkere bike. Hingê pesnê her kesî wê ji Xwedê be.


Bila yên buxtankar li welat bi ser nekevin, Bila xerabî, zûka, nêçîr bike li zordar.


Bila bi her xerabiyê re her tehlî, hêrs, xezeb, qîrîn û buxtan ji we dûr kevin.


Çimkî ez ditirsim çaxê ku ez bêm, ez we ne wek ku ez dixwazim bibînim û hûn jî min ne wek ku hûn dixwazin bibînin, lê ez ditirsim ku pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, ketme, paşgotinî, quretî û tevlihevî çêbin.


bêdilovanî, bêrehm, buxtankar, çilek, har, neyarên qenciyê,


Bi vî awayî bila jin jî birêz bin, ne buxtanker, lê di hedê xwe de bin û di her tiştî de dilsoz bin.


Îcar em çi bêjin? Ma Şerîet guneh e? Na, tu caran! Lê belê eger Şerîet nebûya, minê nezanibûya ku guneh çi ye. Çimkî eger Şerîetê negota: «Çavê xwe neavêjê tiştekî!», minê nezanibûya ku çavavêtin çi ye.


Çimkî li ba Xwedê ne ew ên ku Şerîetê dibihîzin rastdar in, lê belê ew ên ku Şerîetê pêk tînin, wê rastdar derkevin.


Lê belê yê ku li Şerîeta bêkêmahî ya ku azad dike, qenc dinêre û di wê de dimîne û tiştên ku dibihîze ji bîr nake, lê pêk tîne, ewê di karê xwe de bextewar be.


Bi vî awayî, ji jinên pîr re jî bêje ku bila ew di kirinên xwe de hurmetkar bin. Bila ne buxtanê bikin û ne jî bibin bindestê şerabê, bila ya qenc hîn bikin.


Birayên min ên hezkirî, neyên xapandin!


Birayên min ên hezkirî, hûn vê bizanin: Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be.


Eger hûn li gor Nivîsara Pîroz a ku dibêje: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike», Şerîeta Padîşahiyê pêk bînin, hûn qenc dikin.


Loma birano, heta hatina Xudan sebir bikin. Binêrin, cotkar li benda berê erdê yê hêja dimîne û ji bo vê yekê sebir dike heta barana biharê û ya payîzê li ser dibare.


Birano, pêxemberên ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite