Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یعقوب 2:12 - Kurmanji Încîl

12 Wek wan ên ku wê bi şerîeta ku azadiyê dide bên dîwankirin, weha bipeyivin û bikin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

12 Xeberdan û kirinêd xweda usa bin, çawa yêd dîwana wanê bi wê qanûnê bibe, ya ku azayîyê dide.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Хәбәрдан у кьрьнед хԝәда ӧса бьн, чаԝа йед диԝана ԝане бь ԝе ԛануне бьбә, йа кӧ азайийе дьдә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 بَجا بینا وان مِرُوا قِسَ گَن و رِفتار گَن گو گورَیَگی شِریعَتا آزادیه، دیوانا وان دیه بِتَ گِرِن.

Gade chapit la Kopi




یعقوب 2:12
8 Referans Kwoze  

Lê belê yê ku li Şerîeta bêkêmahî ya ku azad dike, qenc dinêre û di wê de dimîne û tiştên ku dibihîze ji bîr nake, lê pêk tîne, ewê di karê xwe de bextewar be.


Eger hûn li gor Nivîsara Pîroz a ku dibêje: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike», Şerîeta Padîşahiyê pêk bînin, hûn qenc dikin.


Her tiştê ku hûn dikin, bi gotinê be an bi kirinê be, bi navê Xudan Îsa bikin û bi saya wî ji Bav Xwedê re şikir bikin.


Bi kurtî birano, çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin.


«Ruhê Xudan li ser min e, Çimkî wî ez mesh kirime, Da ez Mizgîniyê bidim belengazan; Wî ez şandime, da ku ez ji girtiyan re azadiyê Û ji koran re vebûna çavan bidim bihîstin, Bindestan azad bikim


Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike.»


Barên hevdû hilgirin û bi vî awayî Şerîeta Mesîh pêk bînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite