3 Di vê navberê de Xudan ji Îşaya re got: “Ji bo pêşwaziya Ahaz, tu û Şêar-Yaşûvê kurê xwe rabin herin ser riya Zeviya Kincşûştinê, dawiya coyê Hewza Jorîn.
Padîşahê Aşûrê fermandarê xwe bi artêşa mezin re ji Laxîşê şand Orşelîmê ba Hîzqiyayê Padîşah. Fermandar hat û li ber Zeviya Kincşûştinê li ber coya li ba Hewza Jorîn sekinî.
Padîşahê Aşûrê serfermandar, serkarmend û fermandarê xwe bi artêşa mezin re ji Laxîşê şand Orşelîmê ba Hîzqiyayê Padîşah. Ew rabûn hatin Orşelîmê. Li ber Zeviya Kincşûştinê li ber coya li ba Hewza Jorîn sekinîn.
Li welêt dehyeka mirovan jî bimîne, Wê dîsa bê şewitandin. Wekî darberû û darmaziyan, gava qelibîn, Wê tenê qurmê wan bimîne. Ziriyeta pîroz wê wekî wî qurmî be.”
Bila kesê xerab dev ji riya xwe, Bila kesê neheq dev ji fikrên xwe berde. Bila ew li Xudan vegerin Ku ew li wan were rehmê. Bila ew li Xwedayê me vegerin, Çimkî wê bi zêdebarî bibexişîne.
Qewimînên din ên padîşahiya Hîzqiya, hemû serketinên wî, çawa hewiz û coya binerdî çêkirin û av anî bajêr, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Cihûdayê de hatin nivîsandin.