Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 7:21 - Kurmanji Încîl

21 Wê rojê ji qatiya mirovan, zilamê ku bi tenê çêlekeke ciwan û coteke pêz jî xweyî dike,

Gade chapit la Kopi




Îşaya 7:21
8 Referans Kwoze  

Lê Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan hinek feqîrên gel ên ku tu tiştekî wan tunebû li welatê Cihûda hiştin û wê rojê wî rez û zevî dan wan.


Wê berx li mêrgên xwe biçêrin, Wê xerîb li derên wêran ên qelewan bixwin.


“‘Ya Hîzqiya, wê ev ji te re bibe nîşan: Hûnê îsal berhemê ji ber xwe derketî, Sala diduyan a pey çêbe bixwin. Sala sisêyan biçînin û hilînin, Rezan deynin û fêkiyên wan bixwin.


Wê bajarên Eroêrê vikîvala bibin. Wê bibin cihên keriyan Ku li wir mexel bin Û kesek wan sil neke.


Girên ku berê dihatin tevrikirin û çandin, wê ji tirsa devî û diriyan kes neçê. Wê bibin dera ku dewar lê digerin û di bin lingên pêz de diperçiqin.”


Wê kurê pêşî yê belengazan têr bibe, Yê hejar di ewlehiyê de razê. Lê ezê koka te bi xelayê bikujim, Wê bermayiyên te bên kuştin.


Çimkî bajarê bisûr bi tena serê xwe, Wekî çolê hatiye berdan Û bûye warekî bêkes. Wê golik li wê derê biçêrin, mexel bin. Wê şaxên wê bixwin û biqedînin.


Wê çol û deşta ziwa şa bibe, Wê berî dilgeş bibe, Wek gulan kulîlk bide.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite