Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 7:1 - Kurmanji Încîl

1 Di rojên Ahazê kurê Yotamê kurê Ûzziyayê Padîşahê Cihûdayê de, Resînê Padîşahê Aramê û Peqahê kurê Remalyayê Padîşahê Îsraêlê rabûn ku êrîşî Orşelîmê bikin. Lê tevdîra şer jî nekirin.

Gade chapit la Kopi




Îşaya 7:1
15 Referans Kwoze  

Wan rojan Xudan kir ku Resînê Padîşahê Aramê û Peqahê kurê Remalya bi ser Cihûdayê ve werin.


Di hivdeh saliya padîşahiya Peqahê kurê Remalya de Ahazê kurê Yotam bû Padîşahê Cihûdayê.


“Ji bo ku vî gelî avên Şîloahê yên bi aramî diherikin red kirin û bi kurê Resîn û Remalya şa dibin,


Dîtiniya ku Îşayayê kurê Amots di rojên Ûzziya, Yotam, Ahaz û Hîzqiyayê Padîşahên Cihûdayê de li ser Cihûda û Orşelîmê dît.


Peqahê kurê Remalyayê ku fermandarekî wî ye, tevî pêncî zilamên Gîladî li dijî wî fen kir. Li birca qesra padîşah a li Sameryayê, tevî Argov û Arye lê xist û ew kuşt. Peqah li cihê wî bû padîşah.


Di pêncî û du saliya padîşahiya Ezaryayê Padîşahê Cihûdayê de Peqahê kurê Remalya li Sameryayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Peqah bîst salan padîşahî kir.


Wê demê Resînê Padîşahê Aramê û Padîşahê Îsraêlê Peqahê kurê Remalya ji bo şer çûn Orşelîmê û Ahaz dorpêç kir. Lê wan ew têk nebir.


Wê Xudan li dijî wan, Neyarên Resîn rake, Wê dijminên wî bi ser wî de sor bike.


Gotina Xudan a ku di rojên Ûzziya, Yotam, Ahaz û Hîzqiya, padîşahên Cihûdayê û rojên Yarovamê kurê Yehoaş, Padîşahê Îsraêlê de ji Hoşêyayê kurê Beêrî re hatiye, ev e.


Di rojên padîşahên Cihûdayê Yotam, Ahaz û Hîzqiya de gotina Xudan ji Mîxayê Moreşetî re hat. Wî li ser gelên Samerya û Orşelîmê ev yek dît:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite