Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 66:3 - Kurmanji Încîl

3 Kesê dewarekî serjê dike, Wekî wî kesî ye ku mirovekî dikuje. Kesê berxekî dike qurban, Wekî wî kesî ye ku stûyê kûçikekî dişikêne. Kesê pêşkêşiya dexlê pêşkêş dike, Wekî wî kesî ye ku xwîna berazan pêşkêş dike. Kesê wekî pêşkêşiya bîranînê, guniyê dişewitîne, Wekî wî kesî ye ku diperize pûtan. Wan kesan riyên xwe hilbijartin, Canê wan bi kirêtiyên wan xweş e.

Gade chapit la Kopi




Îşaya 66:3
19 Referans Kwoze  

Qurbana xeraban li ber Xudan kirêt e, Lê ew ji duaya dilrastan razî ye.


“Kesên ku ji bo çûyîna bexçeyan xwe pîroz û paqij dikin, li pey kesê li navê xwe diçin û goştê berêz, mişkan û heywanên kirêt ên din dixwin, wê bi hev re biqedin.” Ev e gotina Xudan.


Ezê jî we bikim qismetê şûran, Hûnê hemû ji bo serjêkirinê xwar bibin. Çimkî gava min gazî we kir, we bersiv neda, Gava min got, we guhê xwe neda. We tiştê di çavê min de xerab e kir Û ya ku bi dilê min ne xweş e hilbijart.”


Wê bîne ba kurên Harûn ku kahin in. Wê kahin jê kulmek arvanê hûr û zeytê bi tevahiya guniyê ve hilde û para diyarkirî ya li ser gorîgehê bişewitîne. Ev pêşkêşiya şewitandinê ye ku bêhna wê bi Xudan xweş tê.


Qurbana xeraban kirêt e, Nexasim gava bi niyeta xerab tînin!


Tê ji bo sozdanê jî pêşkêşiya qezenca fihûşa jinan an mêran nebî Mala Xwedayê xwe Xudan. Çimkî herdu jî, ji Xwedayê te Xudan re kirêt in.


Simên berêz qelaştî ne lê nakayê, bi vî awayî ev ji bo we qirêj e. Hûnê goştê van heywanan nexwin, xwe bi termê wan jî nekin.


Rabin, ji îlahên ku we hilbijartine re bikin hewar! Bila ew di dema tengasiyê de we rizgar bikin.”


Ez ji ber qezenca neheq a wan hêrs bûm, Min li wan xist, rûyê xwe nixamt û ez hêrs bûm. Lê dîsa serhişkî kirin û dane ser riya xwe.


Gava îlahên nû hilbijartin, Şer li nav dergehên bajêr bû. Di destê çil hezar leşkeran de, Li welatê Îsraêl ne rim, ne mertal hebû.


Tu kesek ji wan nayîne bîra xwe, Zanîn û fêmdarî jî tuneye ku bêjin: “Min nîvdarekî di êgir de şewitand Û li ser perengên êgir nan pijand. Min goşt biraşt û xwar. Ma ez bi ya ku maye pûtekî kirêt çêkim? Ma ez li ber perçeyekî darî deverû herim erdê?”


Min tevahiya rojê destê xwe ji gelekî serhildêr re dirêj kir Ku di riya neqenc de dimeşe Û dide pey fikrên xwe.


Hûn çima ji min re guniyê Sebayê Û qamîşê bêhnxweş ê welatên dûr tînin?! Ez pêşkêşiyên we yên şewitandinê qebûl nakim Û qurbanên we jî, ne bi dilê min in!”


Di wan rojan de li welatê Îsraêl padîşah tunebû. Her kesî tiştê di çavê wan de rast bû, dikir.


Me hemûyan wekî pêz riya xwe şaş kir, Her yekî ji me ber bi riya xwe ve çû. Lê Xudan sûcê me hemûyan xist stûyê wî.


Li ser vê yekê Hagay got: “Ev gel, ev milet di çavê min de wiha ye.” Ev e gotina Xudan. “Her kirinên wan û her tiştên li gorîgehê pêşkêş dikin qirêj e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite