Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 5:8 - Kurmanji Încîl

8 Wey li wan kesan ku heta cih namîne zeviyan li zeviyên xwe, Xaniyan li xaniyên xwe zêde dikin. Êdî tenê hûn di nav vî welatî de rûdinin.

Gade chapit la Kopi




Îşaya 5:8
14 Referans Kwoze  

Ew çav berdidin zeviyan û desteser dikin, Dest datînin ser malan. Ew li mal û malxwê, Li mirov û mîrasê zorê dikin.


«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbas bibin.


Wê li bajarê hilweşiyayî, Li wê malê rûne ku lê nayê rûniştin Û wê bibe şikêrên keviran.


Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Emmoniyan, Ezê cezayê wan ranekim. Zikên jinên Gîladî yên bizaro qelaştin Ku sînorên xwe fireh bikin.


Ji sifreya wan tiştek nema, Loma wê qenciya wan berdewam neke.


Kesê çavê wî li qezenca neheq e, Tengasiyê dide mala xwe, Lê kesê ji bertîlê nefret dike, wê bijî.


Wey li wan kesên ku li ser nivînên xwe, Xerabî û neheqiyê difikirin! Ji ber ku hêzdar in, Bi hilatina rojê re fikrên wan pêk tînin.


“Ma wê hemû miletên bindest wî biçûk nebînin, Tinazên xwe pê nekin û nebêjin: ‘Wey li wî, tiştê ne yê wî ye desteser dike! Heta kengê tê xwe bi standina xeracê dewlemend bikî?’


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite