Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 5:4 - Kurmanji Încîl

4 Hê jî tiştekî ku ji bo rezê xwe bikim maye? Qey min her tiştî nekiriye? Ez li bendê bûm tirî bide min, lê çima tiriyê bejî da?

Gade chapit la Kopi




Îşaya 5:4
15 Referans Kwoze  

«Wax Orşelîm, heywax Orşelîma ku pêxemberan dikuje û yên ku ji wê re hatine şandin dide ber keviran. Ka çawa mirîşk çîçikên xwe di bin çengên xwe de dicivîne, çend caran min jî xwest ku ez zarokên te bicivînim, lê we nexwest.


Xudan wiha dibêje: “Bav û kalên we çi neheqî li ba min dît Ku ji min dûr ketin? Wan da pey tiştên pûç û vala û ew bi xwe pûç bûn.


Çima hûn dixwazin dîsa lêdan bixwin? Çima hûn serî hildidin? Serî bi tevahî nexweş, Dil bi tevahî xayîs e.


Lê min tu wekî mêwa bijare danîbû Ku hemû ji tovên bi ewle bûn. Çawa tu xera bûyî û ziviriyî dêliyeke bejî?


Ji roja bav û kalên we ji welatê Misrê derketine û vir ve, min gelek caran, roj bi roj hemû xulamên xwe yên pêxember şandin ba wan.


Lê wan guhdariya min nekir. Wan guh neda û serhişkî kir. Wan ji bav û kalên xwe bêtir xerabî kirin.’


Di selikekê de hejîrên beriya havînê hebûn ku pir baş bûn. Lê di selika din de hejîrên pir xerab hebûn ku nedihatin xwarin.


Qalik û milên wan bûn yek perçe. Tevahî ji zêrê xas yê karê çakûç bû.


Îsraêl mêweke berdar e Ku fêkiyê xwe dide. Li gorî zêdebûna fêkî, Gorîgehên xwe jî zêde dikirin. Li gorî zêdebûna xweşiya welatê xwe, Kevirbel jî xweşik dikirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite