Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 39:3 - Kurmanji Încîl

3 Îşayayê Pêxember hat ba Hîzqiyayê Padîşah û jê re got: “Van zilaman çi got? Ji ku derê hatine ba te?” Hîzqiya got: “Ji welatekî dûr, ji Babîlê hatine ba min.”

Gade chapit la Kopi




Îşaya 39:3
15 Referans Kwoze  

“Wê Xudan ji dûrî, ji binê dinyayê miletekî ku tu ji zimanê wî fêm nakî, wekî teyrê baz bi ser te de bîne.


Ya Mala Îsraêl! Ezê ji dûrî ve Miletekî bînim ser we.” Ev e gotina Xudan. “Ew miletekî domdar, miletekî qedîm e, Miletekî ku tu bi zimanê wî nizanî Û ya ku dibêje, fêm nakî.


Xudan Natan şand ba Dawid. Natan hat û jê re got: “Li bajarekî du kes hebûn. Yek ji wan dewlemend, yek ji wan jî feqîr bû.


“Here ji Hîzqiya re bêje: ‘Xwedayê bavkalê te Dawid Xudan wiha dibêje: Min duaya te bihîst, hêsirên çavê te dît. Ezê panzdeh salan bixim ser rojên te.


Di wan rojan de Hîzqiya nexweş ket û li ber mirinê bû. Îşayayê Pêxemberê kurê Amots hat ba wî û got: “Xudan wiha dibêje: ‘Wesiyetê li mala xwe bike, çimkî tê bimirî. Tê baş nebî.’”


Wan got: “Xulamên te ji welatekî gelekî dûr hatin. Me nav û dengê Xwedayê te Xudan bihîst. Me xeberên li ser wî bihîstin. Me her tiştên li Misrê kirine


Ew bi vî awayî hatin artêşgeha Gîlgalê, ba Yêşû. Wan ji wî û Îsraêliyan re got: “Em ji welatekî dûr hatin, em dixwazin hûn peymanekê bi me re çêkin.”


Îşaya got: “Li qesra te çi dîtin?” Hîzqiya got: “Her tiştên di qesra min de heye dîtin, tiştek nema ku min ji xezîneyên xwe nîşanî wan neda.”


“Haya miletan pê bixin, Ji Orşelîmê re bêjin: ‘Kesên ji welatekî dûr tên Ku dor lê bipêçin! Ew li dijî bajarên Cihûdayiyan diqîrin.


Va ye, dengê hewara gelê min ê delal Ji sînorên dûr ên welêt tê. Dibêje: “Ma Xudan ne li Siyonê ye? Padîşahê wê ne li wir e?” –Xudan dibêje: “Loma wan ji bo çi bi pûtên xwe Û tiştên pûç ên xerîb ez hêrs kirim?”–


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite