1 Wê rojê wê Xudan Bi şûrê xwe yê dijwar, mezin û hêzdar, Livyetanê marê ku zû direve, Livyetanê marê ku fetlometlo diçe, ceza bike. Wê ejderhayê li deryayê bikuje.
Hişyar be! Hişyar be! Ya zendê Xudan, hêzê li xwe bike! Wekî rojên qedîm, Wekî dema nifşên berê hişyar be! Ma yê ku Rahavê perçe kir Û cinawirê deryayê birîndar kir ne tu bûyî?
“Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê em têk birin, Wî em daqurtandin, kirin taximê vala Û wekî cinawirê deryayê em daqurtandin. Wî zikê xwe bi xweşiyên me tije kir, Lê paşê em vereşandin.
Yek ji wan heft milyaketên ku heft piyan bi wan re bûn hat, bi min re peyivî û got: «Were vê derê, ezê nîşanî te bidim, ka çawa ew fahîşeya mezin a ku li ser gelek avê rûniştiye, tê dîwankirin.
Hingê mirov ji ejder re çûn ser çokan, çimkî wî desthilatiya xwe da cenawir. Mirov perizîn cenawir û gotin: «Gelo kî mîna cenawir e? Û kî dikare bi wî re şer bike?»
Çimkî, va ye Xudan ji cihê xwe dertê. Wê ji ber neheqiyên wan, Şêniyên dinyayê ceza bike. Wê dinya xwîna li ser xwe derxe meydanê, Wê kuştiyan êdî veneşêre.
Ezê jî we bikim qismetê şûran, Hûnê hemû ji bo serjêkirinê xwar bibin. Çimkî gava min gazî we kir, we bersiv neda, Gava min got, we guhê xwe neda. We tiştê di çavê min de xerab e kir Û ya ku bi dilê min ne xweş e hilbijart.”
Ew xwe bispêrin serê Çiyayê Karmelê jî, Ezê li wan bigerim û bigirim. Li ber çavê min xwe di deryayê de veşêrin jî, Ezê li marê avê emir bikim ku bi wan vede.