Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 2:7 - Kurmanji Încîl

7 Welatê wan bi zêr û zîv tije ye, Dawiya xezîneyên wan tuneye. Welatê wan bi hespan tije ye, Dawiya erebeyên wan ên şer tuneye.

Gade chapit la Kopi




Îşaya 2:7
15 Referans Kwoze  

Wey li wan ku ji bo alîkariyê diçin Misrê, Xwe dispêrin hespan. Ji ber ku pir in, bi erebeyên hespan, Ji ber ku pir hêzdar in, bi siwaran ewle ne. Lê li Pîrozê Îsraêl nanêrin, Li Xudan nagerin.


We got: ‘Na! Emê li hespan siwar bibin û birevin.’ Belê hûnê bi rastî jî birevin. We got: ‘Emê li hespên beza siwar bibin.’ Belê kesên dane pey we jî wê lingsivik bin.


Hin bi erebên xwe yên şer, Hin bi hespên xwe pesnê xwe didin. Belê em navê Xudan Xwedayê xwe hildidin.


Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ezê hespên we ji nav we rakim, Ezê erebeyên we yên şer tune bikim.


Çimkî ji şeraba fuhûşiya wê ya har Hemû miletan vexwar Û padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin; Û bazirganên dinyayê ji zêdehiya kêfa wê dewlemend bûn.»


Aşûr nikare me rizgar bike. Emê li hespan siwar nebin, Êdî emê ji keda destê xwe re nebêjin: ‘Xwedayê me!’ Çimkî sêwî bi te re rehmê dibîne.


Ji bo erebeyên Silêman ên şer, di tewlan de çar hezar beşên hespan û duwanzdeh hezar jî siwarî hebûn.


Ez ji ber qezenca neheq a wan hêrs bûm, Min li wan xist, rûyê xwe nixamt û ez hêrs bûm. Lê dîsa serhişkî kirin û dane ser riya xwe.


Yan bi mîrên ku xweyî zêr in Û malên xwe bi zîv tije kirine re.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite