6 Ya Xudan, te gelê xwe, Mala Aqûb berda. Çimkî dilê wan bi baweriyên ji rojhilat tên tije bû. Ew jî wek Filîstiyan bû sêrbaz Û tevî zarokên xerîban dest dane hev.
Ahazyayê Padîşahê Îsraêlê, li Sameryayê li odeya jorîn a qesra xwe, ji şibakeya bi çarçoveyên çaxkirî ket û birîndar bû. Wî qasid şandin û ji wan re got: “Herin ji Baal-Zevûvê îlahê Eqronê bipirsin, gelo ezê ji vê birînê baş bibim an na?”
Heke hinek ji we re bêjin: “Bi sêrbaz û ruhan bişêwirin ku dikin pistepist û mirînî,” ji wan re bêjin: “Ma hewce nake ku miletek ji Xwedayê xwe şîreta bixwaze? Mirov qet ji bo zindiyan bi miriyan dişêwire?”
Bi vî awayî Şawûl ji ber nedilsoziya xwe mir. Ew bi Xudan re nedilsoz bû û gotina Xudan pêk neanî. Bi ser de jî, ji bo riyekê nîşanî wî bide, wî şêwra xwe bi cinbazekê kir.
Wî ev mesele got: “Balaq ez ji Aramê, Padîşahê Moavê ez ji çiyayên rojhilat anîm. Wî got: ‘Were ji bo min naletê li ziriyeta Aqûb bîne. Were li gelê Îsraêl nifiran bike.’