11 Serekên Soanê çiqas ehmeq in, Şêwirmendên Firewn ên şehreza, Şîretên bêhişan dikin. Hûn çawa ji Firewn re dibêjin: “Ez kurê şehreza me, Ez kurê padîşahên berê me?”
Herwiha wan Negevê derbas kir û hatin Hevrona ku ji binemalên Enaqiyan; Ahîman, Şêşay û Talmay li wir diman. –Hevron heft sal beriya Bajarê Soanê hatibû avakirin ku ew bajar li Misrê bû.–
Loma ezê careke din kerametan nîşanî vî gelî bidim, Erê ezê karekî nûwaze û matmayî bikim. Wê şehrezabûna şehrezayan nemîne Û fêmdariya fêmdaran bê veşartin.”
Hemû peymangirên te, Wê te ji axa te bajon. Mirovên tu bi wan ewle yî, Wê te bixapînin û zora te bibin. Kesên nanê te xwarin, Wê dafikan deynin pêşiya te. Lê wê haya te jî jê tunebe.”