Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 18:2 - Kurmanji Încîl

2 Welatê bi kelekên ji zilan hatiye çêkirin Û di Nîlê re qasidan dişîne. Ya qasidên bi lez û bez! Herin ba miletekî bejindirêj û çermhilû, Ba wî gelê ku dûr û nêzîk jê ditirsin, Miletekî gelekî hêzdar ku di bin lingan de diperçiqîne Û welatê wî, çeman ji hev vediqetîne.

Gade chapit la Kopi




Îşaya 18:2
14 Referans Kwoze  

Wî çaxî wê miletekî bejindirêj û çermhilû diyariyan ji Xudanê Karîndar re bîne. Ew milet hêzdar e, dûr û nêzîk jê ditirsin. Ew di bin lingan de diperçiqîne û welatê wî çeman ji hev vediqetîne. Ev milet wê ji wir diyariyan bîne Çiyayê Siyonê, dera navê Xudanê Karîndar tê de ye.


Çaxê dît êdî nikare wî veşêre, rabû selikeke hesîr anî, bi qîr û qetranê sewax kir, kurik tê de bi cih kir û li ber keviya Nîlê danî nav zilan.


Va ye, min desthilatî daye we, ku hûn pê li mar û dûpişkan û hemû hêza dijmin bikin û tu tişt qet ziyanê nade we.


Derbas dibin û diçin, wekî kelekên sivik, Wekî eyloyekî xwe noqî ser nêçîra xwe dike.


Min ji Xudan xeberek bihîst, Ji miletan re qasidek hate şandin. Dibêje: “Bicivin, bi ser Edomê de herin! Rabin, em şerê wan bikin!


Dîtiniya Ovadya: Reb Xudan li ser Edomê wiha dibêje: Me ji Xudan xeberek bihîst, Ji miletan re qasidek hate şandin ku dibêje: “Rabin em şerê Edomê bikin!”


Erjeng û tirsdar in, Rê û rêbazên xwe ew çêdikin, Li pey navê xwe ne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite