Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 18:1 - Kurmanji Încîl

1 Wey li welatê ku vizîna perê kuliyan jê tê, Li wî welatê li aliyê din ê çemên Kûşê!

Gade chapit la Kopi




Îşaya 18:1
18 Referans Kwoze  

Ji aliyê din ê çemên Kûşê, Wê kesên diperizin min. Gelê min ê belavbûyî, Pêşkêşiyan ji min re bînin.


Çaxê Padîşahê Aşûrê bihîst ku Tîrhaqayê Padîşahê Kûşê ji bo ku li dijî wî şer bike bi rê ketiye, wî dîsa qasid şandin ba Hîzqiya û got:


“Kûşîno, hûnê jî Bi şûrê min bên kuştin!”


«Wax Orşelîm, heywax Orşelîma ku pêxemberan dikuje û yên ku ji wê re hatine şandin dide ber keviran. Ka çawa mirîşk çîçikên xwe di bin çengên xwe de dicivîne, çend caran min jî xwest ku ez zarokên te bicivînim, lê we nexwest.


Wey li wan ku ji bo alîkariyê diçin Misrê, Xwe dispêrin hespan. Ji ber ku pir in, bi erebeyên hespan, Ji ber ku pir hêzdar in, bi siwaran ewle ne. Lê li Pîrozê Îsraêl nanêrin, Li Xudan nagerin.


Ew bi bazkên xwe te dinixême, Tu xwe davêjî bin milên wî. Dilsoziya wî dibe mertal û kozika te.


Çimkî tu ji min re bûyî alîkar, Di bin siya bazkên te de bi şahî dibim spasdar.


Li konê te ez her û her rûnêm, Xwe bavêjim bin siya bazkê te.


Li min were rehmê ey Xwedê, li min were rehmê, Çimkî min xwe avêt te; Heta ku bela derbas bin, Ezê xwe bavêjim bin siya bazkê te.


Çi hêja ye kerema te, ya Xwedê! Xwe dispêrin bin siya bazkên te kurên mirovan.


Min biparêze wek bîbikê çavan; Ji êrîşkirina xeraban,


Xudan qenciya te bîne pêşiya te. Bila Xwedayê Îsraêl Xudan ku tu hatî xwe bispêrî binçengên wî, bi comerdî te xelat bike.”


Padîşahê Aşûrê bihîst ku Tîrhaqayê Padîşahê Kûşê ji bo ku li dijî wî şer bike bi rê ketiye. Gava ev yek bihîst, wî qasid şandin ba Hîzqiya û got:


Xudan wiha dibêje: “Wê keda Misrê, bazirganiya Kûşê Û Sevayiyên bejindirêj, Derbasî ba te bibe û bibe ya te. Wê ew zilam li pey te werin. Di nav zincîran re derbas bibin Û li ber te deverû herin erdê. Wê ji te re lava bikin û bêjin: ‘Xwedayê rast bi te re ye Û ji xeynî wî Xwedê tuneye.’”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite