Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 17:9 - Kurmanji Încîl

9 Wê rojê bajarên wan ên hêzdar wê bibin wek derên Hîwî û Amoriyên ku ji ber gelê Îsraêl terikandin. Wê bibin wêrane.

Gade chapit la Kopi




Îşaya 17:9
16 Referans Kwoze  

Çimkî bajarê bisûr bi tena serê xwe, Wekî çolê hatiye berdan Û bûye warekî bêkes. Wê golik li wê derê biçêrin, mexel bin. Wê şaxên wê bixwin û biqedînin.


Lê ji ber xerabiyên şêniyên wir, Wê welatên wan wêran bibin.


We qanûnên Omrî û hemû kirinên Mala Ahav pêk anîn, Hûn beşdarî fen û fûtên wan bûn. Loma ezê we bikim wêrane Û şêniyên we bikim sedema fîkandinê. Hûnê barê riswatiya welatê min hilgirin.”


Ezê bajaran ji nav welatê we rakim Û tevahiya sûrên we hilweşînim.


Wê bilindciyên ziriyeta Îshaq wêran bibin, Pîrozgehên gelê Îsraêl helak bibin. Ezê bi şûr li dijî Mala Yarovam rabim.


Loma wê di nav gelê we de, xirecira şer derkeve, Wê tevahiya bircên te bên hilweşandin. Çawa ku Şalman di roja şer de Bêtarbêlê xera kir, Dayik û zarok li erdê xistin û perçe kirin.


Wê berê xwe nedin gorîgehên ku bi destên xwe çêkirine. Wê li yê ku tiliyên wan çêkiriye nenêrin. Wê ne li pûtên Aşêrayê û ne jî li gorîgehên bixûrê binêrin.


Çimkî te Xwedayê rizgariya xwe ji bîr kir, Zinarê ku te kiribû sitara xwe bi bîr neanî. Loma tu şaxên xweş datînî Û dêliyên xerîb diçînî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite