Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 17:5 - Kurmanji Încîl

5 Çawa ku pale dexil dide hev, Çawa ku bi destê xwe simbilan bidirû, Çawa ku li Deşta Refayiyan zilamek simbilan bidirû, Wê wisa be.

Gade chapit la Kopi




Îşaya 17:5
13 Referans Kwoze  

Bihêlin, bila herdu bi hev re mezin bibin, heta dema dirûnê. Wî çaxî ezê ji paleyan re bêjim: Pêşî zîwanê berhev bikin û ji bo şewitandinê bikin gurz, piştre genim berhev bikin û bînin bixin embara min.›»


‘Dasê biweşînin, zad gihîştiye. Werin, bi piyê xwe biguvêşin! Mehsere tije ye û di ser re davêje. Çimkî xerabiyên miletan mezin in.’”


Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bêndera dema gêreyê çawa be, Wê Babîla keç jî wisa be. Hindik ma, wê dema te ya çinînê were!”


Filîstî hatibûn, li Deşta Refayîmê belav bûbûn.


Filîstî careke din hatin, li Deşta Refayîmê belav bûn.


“Ya Cihûda ji bo te jî Rojeke berhilanînê hate kifşkirin. “Kengê min xwest gelê xwe vegerînim firehiya berê,


Gotina Xudan ev e: “Wê cendekên mirovan Wekî ziblê bikevin ser axê Û melûya li pey dasvanan bikevin, Wê tu kes wan nede hev.”


Roja tu wan datînî ew zîl didin Û dotira rojê dikarin bûtik bidin. Lê di roja nexweşî û êşa bêderman de, Wê ber wêran bibe.


Piştre derbasî ji geliyê Ben-Hînnomê yê ku başûrê pala Bajarê Yevûsê –ku Orşelîm e– ye re dibû û ji vir hildikişiya serê çiyayê ku li rojhilatê Geliyê Hînnomê dikeve û li Bakurê Deşta Refayîmê ye.


Sînor ji wir digihîşt quntara çiyayê li pêşberî Geliyê Ben-Hînnoma ku bakurê Deşta Refayîmê ye, li ber başûrê palên Yevûsê û di Geliyê Hînnomê re derbas dibû û dadiket Eyn-Rogêlê.


Gava çîmen namîne û ji nû ve şîn dibe, Gava giyayê çiyê tê civandin,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite