5 Dilê min ji bo Moavê dike hewar, Filitiyên wan direvin Soarê, Direvin Eglat-Şelîşiyayê. Di Hevrazê Lûhîtê de, Bi girî hildikişin. Di riya Horonayîmê de, Hewarê li ser şikestina xwe dikin.
Lê heke hûn guhdarî nekin, Ezê ji ber quretiya we bi dizî bigirîm. Wê çavê min bi êş dilopan bike Û wê hêsirên min bibarin. Çimkî keriyê Xudan dibe êsîr.
Ezê ji bo çiyayan bigirîm û şînê bikim, Ezê li ser mêrgên çolê lavijeke şînê bêjim, Çimkî şewitîn û kes tê re derbas nabe. Dengê keriyan nayê bihîstin, Ji teyrên ezmanan û heta heywanên çolê reviyan û çûn.
Çimkî roja Reb Xudanê Karîndar tê. Di wê rojê de, Di Geliyê Dîtiniyê de xirecir, Binpêkirin û tevlihevî tê. Wê bibe gurmegurma dîwaran Û ji çiyayan re bê feryadkirin.
Lût serê xwe rakir û dît ku tevahiya Deşta Şerîayê heta Soarê avî ye, wekî Bexçeyê Xudan û welatê Misrê ye. Beriya ku Xudan Sodom û Gomorayê wêran bike, deşt wiha bû.
Lingên wan ber bi xerabiyê ve dibezin, Ber bi rijandina xwîna bêsûcan ve dilezînin. Fikrên wan, fikrên xerabiyê ne, Şikestin û hilweşandin li ser riya wan e.
Ax hinavê min, hinavê min! Ez êşê dikişînim! Ax dîwarên dilê min! Dilê min lê dide û nikarim bêdeng bim. Çimkî canê min dengê boriyan, qîrîna şer bihîst.