Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îşaya 13:3 - Kurmanji Încîl

3 Min ferman da hilbijartiyên xwe, Gazî mêrxasên xwe kir Ku bi berziya min dipesinin. Min xwest ku hêrsa min pêk bînin.

Gade chapit la Kopi




Îşaya 13:3
20 Referans Kwoze  

Hemû miletên derdorê, Bi lez werin û bicivin! Ya Xudan, mêrxasên xwe bîne xwarê!


Ey ezmanno û hûn pîrozno! Şandîno û pêxemberno! Li ser wî şa bibin! Çimkî Xwedê dîwana wî kir, heqê we ji wî stand.»


Wî destê xwe bi ser deryayê ve dirêj kir, Wî padîşahî lerizandin. Xudan li ser Kenanê emir kir, Wê kelehên wê helak bibin.


Bila Îsraêl bi afirandarê xwe şa be, Bila gelê Sîyonê bi padîşahê xwe dilgeş be!


Xudan wê ji bo miletên dûr alekê biçikîne Ji bo ku ji binê dinyayê gazî wan bike, bifîkîne. Wê zûka, bi lez û bez werin.


va ye ezê bişînim pey hemû miletên bakur.” Ev e gotina Xudan. “Ezê bişînim pey xulamê xwe Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê jî û wan li dijî vî welatî, hemû şêniyên wî û hemû miletên derdorê rakim. Ezê wan bi tevahî tune bikim. Ezê wan bikim mijara sawê û fîkandinê. Wê bibe xirbeyeke herheyî.


Ji ber xebera hûnê li welêt bibihîzin, Wêrekiya dilê xwe winda nekin, netirsin! Salekê xeberek tê, sala din xeberek din jî tê. Wê li welêt zordarî çêbe Û wê serwer li dijî serwer rabe.


Babîl heta ezmanan jî bilind bibe, Bircên xwe yên li bilindciyan xurt jî bike, Ezê xerabkaran bi ser wê de bişînim.” Ev e gotina Xudan.


Li ber Reb Xudan hiş be! Çimkî roja Xudan nêzîk e. Xudan qurbanekê amade kir, Vexwendiyên xwe pîroz kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite