Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 8:11 - Kurmanji Încîl

11 Êdî tu kes hemwelatiyê xwe, Û tu kes birayê xwe hîn nake Û nebêje: ‹Xudan nas bike!›, Çimkî ji yê biçûk heta yê mezin Ew hemû wê min nas bikin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

11 Hingê tʼu kes wê hevalê xwe yan birayê xwe hîn neke û nebêje: ‹Xudan nas bike›, çimkî hʼemû jî wê Min nas bikin, ji biçʼûkêd wan hʼeta mezina.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Һьнге тʼӧ кәс ԝе һәвале хԝә йан бьрайе хԝә һин нәкә у нәбежә: ‹Хӧдан нас бькә›, чьмки һʼәму жи ԝе Мьн нас бькьн, жь бьчʼукед ԝан һʼәта мәзьна.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 ایدی چه کَس دَرسه نادَتَ جیناره خو و چه کَس نابِژیتَ بِرایه خو گو، ”خاده ناس گَ!“ چون گو اَو همو، ژه یه گوشگَ حَتا یه مَزِن، دیه مِن ناس گَن.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 8:11
18 Referans Kwoze  

Wê tu kes êdî hînî bira û cîranê xwe neke û nebêje: ‘Xwedayê xwe nas bike!’ Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Wê hemû min nas bikin.” Ev e gotina Xudan. “Çimkî ezê neheqiyên wan bibexişînim Û êdî ezê gunehên wan bi bîr neyînim.”


Wê hemû kurên te şagirtên Xudan bin, Wê aştiya kurên te gelek be.


Di nivîsarên pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‹Hemû wê ji aliyê Xwedê ve hînkirî bin.› Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe, tê ba min.


Îcar heçî hûn in, ew Ruhê ku Mesîh hûn pê mesh kirine bi we re dimîne û hewcedariya we bi hînkirina tu kesî tune. Çimkî mesha wî, li ser her tiştî çawa hînî we bike, rast e, ne derew e û çawa hînî we kiribe, bi Mesîh re bimînin.


Ezê dilekî bidim wan ku fêm bikin ez Xudan im. Wê gelê min bin û ezê Xwedayê wan bim. Çimkî wê bi hemû dilê xwe li min vegerin.’”


Em dizanin ku Kurê Xwedê hatiye û ji bo ku em Yê Rast nas bikin, fêmdarî daye me. Û em bi Yê Rast re, bi Kurê wî Îsa Mesîh re ne. Xwedayê rast û jiyana herheyî ev e.


Hemûyan, ji biçûkan heta mezinan bi baldarî guhdariya wî dikir û digotin: «Hêza Xwedê ya ku jê re Mezin dibêjin ev e.»


Çawa av deryayan tije dike, Dinya jî wê bi zanîna rûmeta Xudan tije bibe.


“Silêmano! Ya kurê min! Xwedayê bavê xwe nas bike. Bi yek dilî û canê bibiryar xulamiya wî bike. Çimkî Xudan lêkolîna tevahiya dilan dike. Hemû niyet û fikran fêm dike. Heke tu lê bigerî, wê xwe bide dîtin. Lê heke tu dev ji wî berdî, wê heta hetayê te red bike.


Wê pir gel herinê û bêjin: “Werin Çiyayê Xudan, Werin, em herin Mala Xwedayê Aqûb, Ku ew riyên xwe hînî me bike Û em di rêçikên wî de bimeşin.” Çimkî wê rê û rêbaz ji Siyonê Û gotina Xudan ji Orşelîmê derkeve.


“Lê tu Ezrayo! Li gorî şehrezabûna Xwedayê te ya bi te re, serek û dadgeran kifş bike. Bila ew edaletê li ser tevahiya gelê herêma rojavayê Feratê ku Şerîeta Xwedayê te dizanin pêk bînin. Tu jî Şerîetê hînî kesên ku nizanin bike.


Ezê saxmayiyên gelê Cihûda ku berê xwe dane Misrê û biryar dane ku li wir bibin mêvan, rakim û wê hemû li welatê Misrê tune bibin. Wê li welatê Misrê bikevin. Wê bi şûr û xelayê telef bibin. Ji biçûkan heta mezinan, wê bi şûr û xelayê tune bibin. Wê bibin nifir û nalet, mijara saw û riswabûnê.


“Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Çavê her kesî li ser qezenca neheq e. Ji pêxemberan heta kahinan, hemû hîlekar in.


Hemû fermandar, Yohananê kurê Qarêah, Ezaryayê kurê Hoşaya û tevahiya gel, ji biçûkan heta mezinan hatin


Wî gazî Yohananê kurê Qarêah, hemû fermandarên pê re û tevahiya gel, ji biçûkan heta mezinan kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite