Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 5:4 - Kurmanji Încîl

4 Tu kes ji xwe bi xwe nikare vê rûmetê bistîne, lê bi tenê ewê ku wek Harûn ji aliyê Xwedê ve tê gazîkirin, distîne.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

4 Kesek xweserîxwe vî qedirî nastîne, lê tʼenê ewê ku ji Xwedêda tê gazîkirinê, çawa Harûn bû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Кәсәк хԝәсәрихԝә ви ԛәдьри настинә, ле тʼәне әԝе кӧ жь Хԝәдеда те газикьрьне, чаԝа Һарун бу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 چه کَس نِگاریت وه اِفتخاره بوخو بِدَتَ خو گو بِبیتَ کاهینه مَزِن، بَلگو اَو اِفتخارَ تِنه هِنگه تِتَ دَست گو خدا گاز وی مِرُوی بِگَت، هَ وِسا گو گاز هارون هاتَ گِرِن.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 5:4
16 Referans Kwoze  

“Ji bo ku ji min re kahintiyê bikin, tu ji nav gelê Îsraêl kekê xwe Harûn û kurên wî Nadav, Avîhû, Êlezar û Îtamar bîne ba xwe.


Çawa ku Xudan bi riya Mûsa gotiye, ev yek ji bo gelê Îsraêl bû bîranîneke ku kesekî ne ji ziriyeta Harûn e nêzîk nebe û li ber Xudan bixûrê pênexe û ya ku hatiye serê Qorax û alîgirên wî neyê serê wî jî.


Wî ji Qorax û hemû alîgirên wî re got: “Wê serê sibê Xudan kifş bike ka kî yê wî ye û kî pîroz e û wê wî nêzîkî xwe bike. Wê Xudan kesê hilbijartiye derxe hizûra xwe.


Kurên Emram: Harûn û Mûsa. Harûn û kurên wî, ji bo ku tiştên herî pîroz veqetînin, li ber Xudan bixûr bişewitînin, xizmeta wî bikin û ji bo ku heta hetayê li ser navê wî gel pîroz bikin, hatin kifşkirin.


Yûhenna bersîv da û got: «Eger ji yekî re ji ezmên neyê dayîn, ew nikare tiştekî bistîne.


Agir ji ber Xudan derket û du sed û pêncî kesên ku bixûr pêşkêş dikirin daqurtandin.


Lê tu û kurên xwe, hûnê ji bo her karê gorîgehê û karê aliyê hundir ê perdeyê xizmeta kahintiyê bikin. Ez karê kahintiyê wekî diyarî didim we. Ji bilî we her kesekî din ê ku nêzîkî vê derê bibe wê bê kuştin.”


Wî tu û hemû birayên te yên Lêwiyî nêzîkî xwe kirin. Hûn daxwaza kahintiyê jî dikin?!


Sibê êgir bixin wan û bixûrê deynin ser. Ew kesê wê Xudan hilbijêre, wê pîroz be. Lêwiyîno! We ji xwe zêde kir!”


“Harûn û kurên wî, kincên kahintiyê, rûnê kifşkirinê, conegayê pêşkêşiya paqijiyê, herdu beranan û selika nanê şikeva hilde


Navên kurên Harûn ên ku kahin bûn, ev in. Wî bi rûnkirinê ew kifş kirin ku karê kahintiyê bikin.


kurê Avîşûayê kurê Pînehasê kurê Êlezarê kurê Harûnê Serkahin rabû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite