Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 12:5 - Kurmanji Încîl

5 Ma we ew şîreta ku li we kuran tê kirin, ji bîr kir? Dibêje: «Kurê min, edebkirina Xudan biçûk nebîne, Û çaxê ku ji aliyê wî ve li te bê hilatin, sist nebe.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

5 Gelo we ew dildayîna bîr kirîye, ya ku Xwedê werʼa çawa tʼevî zarʼêd Xwe xeber da? «Lawê Min, şîreta Xudan pişt guhê xweva nevêje û ne jî gava ew li te hiltê, li ber xwe kʼeve.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Гәло ԝә әԝ дьлдайина бир кьрийә, йа кӧ Хԝәде ԝәрʼа чаԝа тʼәви зарʼед Хԝә хәбәр да? «Лаԝе Мьн, ширәта Хӧдан пьшт гӧһе хԝәва нәвежә у нә жи гава әԝ ль тә һьлте, ль бәр хԝә кʼәвә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 ما وَ اَو نصیحتا گو کِتِبا مَثَله سلیمان پاشادا هاتیَ گُتن بیراخو بِریَ گو مقاما گورادا گاز وَ دِگَت و دِبِژیت: «گوره مِن، تربیتا ژه آلیه خاده گوشگَ نَزانَ، و وقته گو تَ تنبیه دِگَت، دلسار نَبَ.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 12:5
33 Referans Kwoze  

Ez dengê xwe li hemûyên ku ez ji wan hez dikim hildidim û wan edeb dikim. Loma bi xîret be û tobe bike!


Lê gava ku dîwana me bê kirin, ji bo ku em bi dinyayê re sûcdar dernekevin, em ji aliyê Xudan ve tên terbiyekirin.


Çi dilgeş e ya Xudan, yê ku te perwerde kirî, Û yê ku te şerîeta xwe pê hînkirî!


Xwezî bi wî mirovê ku ceribandinê radigire. Çimkî gava ku ji ceribandinê serfiraz derkeve, wê taca jiyanê ya ku Xwedê ji yên ku ji wî hez dikin re soz daye, bistîne.


Canê min hergav di kefa destê min de ye, Dîsa jî ez jibîr nakim şerîeta te.


“Bêguman min nalîna Efrayîm bihîst. Got: ‘Te ez terbiye kirim Û wekî golikekî hînî nîr nebûye, ez terbiye bûm. Min bizivirîne ku vegerim, Çimkî Xwedayê min Xudan tu yî.


Ez dizanim ya Xudan, dadbariyên te rast in; Te ez bi dilsozî nizim kirim.


Xudan ez bi şid terbiye kirim, Belê wî ez terkî mirinê nekirim.


Ji bo terbiyebûnê hûn radigirin, çimkî Xwedê wek zarokên xwe bi we re dide û distîne. Ma kîjan kur ji aliyê bavê xwe ve nayê terbiyekirin?


Lawo, hînkirina min ji bîr neke, Emrên min di dilê xwe de ragire.


Şehrezayiyê bi dest bixe, fêmdariyê jî. Ji bîr neke, gotinên min navêje pişt guhê xwe.


Ez bûm wek meşka nav dûmanê, Belê ez qanûnên te jibîr nakim.


Ez dilşa dibim bi qanûnên te, Jibîr nakim gotina te.


“Gelo kesî ji Xwedê re gotiye: ‘Ez sûcdar im, êdî ezê xerabiyê nekim.


Ew ne li vê derê ye, ew rabûye. Bînin bîra xwe, çaxê ku ew hê li Celîlê bû, wî çi ji we re digot:


Û jinan jî gotinên Îsa anîn bîra xwe.


Beriya dilkovaniyê, ez ji rê derketibûm, Belê niha ez bi gotina te dikim.


Gelo mirovê zindî Dikare ji cezayê gunehê xwe gazinan bike?


Û em ji qencîkirinê newestin, çimkî eger em sist nebin, emê di demsala wê de bidirûn.


Hîmenayos û Skender ji van in, min ew dan destê Îblîs, da ku ew hîn bibin çêrî Xwedê nekin.


Îcar birano, ez hêvî ji we dikim, van peyvên şîretê ragirin. Çimkî min ji we re kurt nivîsî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite