Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 12:27 - Kurmanji Încîl

27 Bi gotina: «Careke din» jiholêrakirina tiştên ku vedihejin, yanî tiştên ku hatine afirandin, tê eşkerekirin; da ku tiştên ku venahejin mayîndar bin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

27 Xebera «careke din» dide kʼifşê, ku tiştêd eʼfirî wê bihʼejin û bêne hildanê, wekî yêd nahʼejin cîda bimînin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

27 Хәбәра «щарәкә дьн» дьдә кʼьфше, кӧ тьштед әʼфьри ԝе бьһʼәжьн у бенә һьлдане, ԝәки йед наһʼәжьн щида бьминьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 اَو قِسا گو دِبِژیت، «جارَگَ دی،» بَین چُنا دِشده گو دِنَ هَژاندِن، نیشان دِدَت، آنی اَو دِشده گو هاتنَ چه گِرِن، گو وِسا اَو دِشده گو نایِنَ هَژاندِن، بِمینِن.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 12:27
19 Referans Kwoze  

û yên ku ji dinyayê îstifade dikin, wek ku jê îstifade nakin bin. Çimkî halê dinyayê yê niha derbas dibe.


Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.


Hingê min erdekî nû û ezmanekî nû dîtin; çimkî ezmanê pêşî û erdê pêşî bihûrîn û êdî derya tunebû.


Milyaketê heftan li boriyê xist û li ezmên dengên mezin çêbûn ku digotin: «Padîşahiya dinyayê bû ya Xudanê me û ya Mesîhê wî. Ewê her û her padîşahiyê bike».


Wê hemû nexşên ezmanan birizin, Wê ezman wekî lûlikên nivîsê bên pêçan. Wê hemû nexşên ezmanan biçilmisin, Wekî pelê mêwê biçilmise, Wekî fêkiyê darhejîrê diçilmise.


Dibe ku çiya ji cihê xwe rabin Gir jî bihejin. Lê wê dilovaniya min ji ser te ranebe, Peymana min a aştiyê naheje” Xudanê ku li te tê rehmê dibêje.


“Çimkî, va ye, ez ezmanekî nû Û erdekî nû diafirînim. Wê tiştên berê neyên bibîranîn û neyên ser hişan.


Gotina Xudan ev e: “Erd û ezmanên nû yên ku ezê biafirînim li ber min çawa bisekinin, wê ziriyet û navê we jî wisa bisekine.”


“Ji Zerûbbabîlê Waliyê Cihûdayê re bêje: ‘Ezê erd û ezmanan bihejînim.


Çimkî afirandin, bi bendewariyeke kelegerm li hêviya xuyabûna zarokên Xwedê disekine.


ku afirandin bi xwe jî, ji xulamtiya rizîbûnê azad bibe û bigihîje azadiya zarokên Xwedê ya bi rûmet.


Û li dereke din: «Ya Xudan, di destpêkê de Te bingeha erdê danî Û ezman jî karên destê te ne.


Lê gava Mesîh, Serokkahînê tiştên qenc ên ku hatine, xuya bû, ew derbasî konê hê mezintir û hê tekûztir bû, ku ne bi destan hatiye çêkirin, yanî ne ji vê dinyayê ye.


Çimkî li vir bajarekî me yê ku bimîne, tune; lê em, li yê ku wê bê digerin.


Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; çimkî tiştên berê bihûrîn.»


Hingê yê ku li ser text rûniştibû got: «Va ye, ez her tiştî nû çêdikim.» Û got: «Binivîse, çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite