Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 11:9 - Kurmanji Încîl

9 Bi baweriyê, wek yekî xerîb li welatê ku jê re hatibû soz dan, ma û bi hevparên eynî sozê, bi Îshaq û Aqûb re di konan de rûnişt.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

9 Bi bawerîyê çawa firarî wî welatê xerîbda ma, yê ku Xwedê jêrʼa soz dabû. Û çadirada tʼevî Îshaq û Aqûb ma, ku ew jî xweyîyêd wî warê sozdayî bûn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Бь баԝәрийе чаԝа фьрари ԝи ԝәлате хәрибда ма, йе кӧ Хԝәде жерʼа соз дабу. У чадьрада тʼәви Исһаԛ у Аԛуб ма, кӧ әԝ жи хԝәйийед ԝи ԝаре создайи бун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 بِ واسِطا ایمانه بو گو اَو چو گو ناو وه وَلاته هاتی وَعدَ دایین، غُربَته دا بژیت و گَل اسحاق و یعقوب دا گو گَل ویدا وارِثه هَمَن وَعده بون، ناو خیبَتادا ژیا.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 11:9
22 Referans Kwoze  

Avram ji wir derbasî herêma çiyayî bû ku dikeve rojhilatê bajarê Bêt-Êlê. Li wir konê xwe veda. Li rojavayê wir bajarê Bêt-Êlê, li rojhilatê wir jî bajarê Ayê hebû. Wî li wir gorîgehek çêkir û bi navê Xudan gazî kir.


Avram konên xwe hilanîn û çû Hevronê, li ber darmaziyên Mamrê bi cih bû. Wî li wir gorîgehek ji Xudan re çêkir.


Bi vî awayî, çaxê Xwedê xwest ku hê bêtir nîşanî wêrisên sozê bide ku armanca wî nayê guhertin, wî soz da û bi ser de jî sond xwar.


Wan ji Îbrahîm pirsî: “Ka jina te Sara li ku ye?” Wî got: “Li wir, li hundirê kon e.”


Wî ji Negevê destpê kir û heta hat Bêt-Êlê, cih bi cih koç kir. Wî di navbera Bêt-Êl û Ayê de berê jî konê xwe vedabû


Aqûb li Mamrê hat ba Îshaqê bavê xwe ku nêzîkî Qîryat-Arbayê bû û Îbrahîm û Îshaq bi xerîbî lê mabûn. Qîryat-Arba Hevron e.


Xwedê wê bereketa ku dabû Îbrahîm, bide te û ziriyeta te. Tu wî welatê ku Xwedê dabû Îbrahîm û tu bi xerîbî lê dimînî, ji xwe re bikî milk.”


Kurik mezin bûn. Esaw bû nêçîrvanekî baş ê ku ji çolan hez dike. Aqûb mirovekî bêdengê nav konan bû.


“Ez di nav we de mêvan û xerîb im. Milkekî bifiroşin min ku ez bikim goristan. Ezê miriya xwe lê veşêrim.”


Îbrahîm bi lez çû kon, ba Sarayê û jê re got: “Zûka sê sea arvanê hûr bîne, hevîr bike û nan çêke.”


Ezê tevahiya welatê Kenanê yê ku tu niha bi xerîbî lê dimînî bidim te û ziriyeta te ku her û her bibe milkê we û ezê Xwedayê wan bim.”


Malên wan ewqas pir bûn ku nikaribûn bi hev re bimînin. Ji ber ku heywanên wan zêde bû, welatê ku lê diman têra wan nedikir.


Aqûb ji Firewn re got: “Salên min ên xerîbiyê sed û sî ne. Salên min zû û zor derbas bûn. Bi qasî salên bav û kalên min ên xerîbiyê dom nekir.”


Hingê ew bi hejmarî kêm, gellek kêm bûn, Li wir xerîb bûn.


Herwiha hûnê xaniyan ava nekin, tov navêjin û rez daneyînin. Hûnê nebin xweyê van tiştan. Di tevahiya rojên xwe de di konan de rûnin ku li welêt emrê we dirêj be.’


Îbrahîm demeke dirêj bi xerîbî li welatê Filîstiyan ma.


Dema Lavan gihîşt Aqûb, wî konê xwe li çiyê danîbû. Lavan jî bi zilamên xwe re li herêma çiyayî ya Gîladê kon vedabû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite