Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 11:3 - Kurmanji Încîl

3 Bi baweriyê, em fêm dikin ku erd û ezman bi peyva Xwedê hatiye damezrandin; wisa ku tiştên tên dîtin, ji tiştên nayên dîtin çêbûne.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

3 Bi bawerîyê meva eʼyan e ku dinya bi xebera Xwedê eʼfirîye û ew tiştêd ku têne dîtinê ji wan tiştêd ku nayêne dîtinê çêbûne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Бь баԝәрийе мәва әʼйан ә кӧ дьнйа бь хәбәра Хԝәде әʼфьрийә у әԝ тьштед кӧ тенә дитьне жь ԝан тьштед кӧ найенә дитьне чебунә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 بِ واسِطا ایمانه یَ گو اَم فام دِگَن گو عالَم بِ کلاما خدا هاتَ آفِراندِن، وِسا گو اَو دِشده گو بِ چاو دِنَ دیتِن، ژه اَو دِشده گو بِ چاو دِنَ دیتِن نَهاتنَ چه گِرِن.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 11:3
17 Referans Kwoze  

Ezman bi peyva Xudan, Roj û heyv û stêr, bi hilma wî hatin afiran.


Lê ew bi vîna xwe vê yekê ji bîr dikin ku bi peyva Xwedê, ji berê ve ezman hebûn û erd jî bi avê, ji nav avê peyda bû.


Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî.


Çawa ku hatiye nivîsîn: «Min tu kirî bavê gelek miletan.» Birahîm li ber wî Xwedayî bawer kir ê ku miriyan vedijîne û wek ku hene, gazî tiştên neyî dike.


Xwedayê ku dinya û hemû tiştên ku tê de ne çêkiriye, ewê ku Xudanê erd û ezmên e, di perestgehên ku bi destê mirov hatine çêkirin de rûnane.


«Ya Xudan, Xwedayê me, Tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin Û bi daxwaza te ew afirîn û hene.»


Lê di van rojên dawîn de, ew bi Kurê xwe yê ku ew kiriye wêrisê her tiştî û bi destê wî erd û ezman çêkirine, ji me re peyivî.


“Tê ji wan re wiha bêjî: ‘Îlahên ku erd û ezman neafirandine, Wê ji erdê û ji bin ezmanan tune bibin.’”


Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin.


Çavên xwe bidin bilindciyan û bibînin! Ma kê ev afirandin? Yê ku artêşa stêran dertîne Û bi navê wan gazî her yekî ji wan dike. Ji ber mezinahiya taqeta wî, Ji ber hêza wêrekiya wî, Yek ji wan jî kêm nabe.


«Camêrno, hûn çima wisa dikin? Em jî wek we mirov in, evdên Xwedê ne; em Mizgîniyê ji we re tînin, da ku hûn ji van tiştên pûç li wî Xwedayê jîndar vegerin, yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên ku di wan de ne, afirandine.


Para Aqûb ne wekî wan e, Çimkî Yê ku şikil dide her tiştî ew e Û Îsraêl eşîra mîrasa wî ye. Navê wî Xudanê Karîndar e.


Çimkî wî got û her tişt çêbû; Wî ferman kir her tişt xuya bû.


Lê belê em şehrezayiya Xwedê ya bi sir û veşartî dipeyivin, a ku Xwedê ji beriya dem û zemanan ve ji bo rûmeta me kifş kiriye.


çimkî ew bi peyva Xwedê û bi duayê, pîroz dibe.


qenciya peyva Xwedê û hêzên dinya ku bê tam kirine


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite