Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 11:17 - Kurmanji Încîl

17 Gava ku Birahîm hat ceribandin, bi baweriyê wî Îshaq pêşkêş kir. Wek yekî ku sozên Xwedê standiye, kurê xwê yê yekta pêşkêş dikir.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

17 Bi bawerîyê Birahîm ku ji Xwedê hate cêrʼibandinê, Îshaq kire qurban. Ewî soz standibûn, lê dîsa kurʼê xweyî tayê tʼenê dikire qurban,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Бь баԝәрийе Бьраһим кӧ жь Хԝәде һатә щерʼьбандьне, Исһаԛ кьрә ԛӧрбан. Әԝи соз стандьбун, ле диса кӧрʼе хԝәйи тайе тʼәне дькьрә ԛӧрбан,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 بِ واسِطا ایمانه بو گو ابراهیم وقته هاتَ امتحان گِرِن، اسحاق بَدَلا قُربانیه پِشکِش گِر؛ ابراهیم گو وَعدَ اِستانده بون، تَنیا گوره خو قُربانی دِگِر،

Gade chapit la Kopi




Îbranî 11:17
20 Referans Kwoze  

“Gotina Xudan ev e: ‘Ez bi navê xwe sond dixwim, ji ber ku te ev yek kir û kurê xwe yê yekta ji min texsîr nekir,


Madem ku te emrê min ê li ser bîhfrehiyê girt, ez jî, ezê te di saeta ceribandinê de bigirim; ew saet ji bo ceribandina yên ku li ser erdê rûdinin e û ewê bê ser seranserê dinyayê.


Binêrin, em wan ên ku tengahî ragirtine, bextewar hesab dikin. We ragirtina Eyûb bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir. Çimkî Xudan gelek dilovan û tije rehm e.


Hezkirîno, li ber tengahiyên wek êgir dijwar ên ku ji bo ceribandinê tên ser we, şaş nemînin û vê ecêb nebînin.


Agirdank ji bo zîv, êtûn ji bo zêr e, Lê yê ku dilan diceribîne Xudan e.


Lê ev mirovê ku ne ji dûndana wan e, dehyek ji Birahîm stand û wî ew ê ku soz jê re hatine dayîn pîroz kir.


Ezê ji sisêyan yekê mayî bixim nava êgir. Ezê wan wekî zîv bisefînim, Ezê wekî zêr biceribînim. Wê gazî navê min bikin Û ezê bersiva wan bidim. Ezê bêjim: ‘Ev gelê min e.’ Ewê jî bêjin: ‘Xudan, Xwedayê me ye.’”


Wê hinek şehreza biterpilin. Lê beriya dema dawiyê wê xwe pîr û pak û bêqisûr bikin. Çimkî dema dawiyê wê di dema kifşkirî de bê.


Çimkî eger dilxwazî hebe, dayîna yekî ne li gor tiştê ku di destê wî de tune, lê li gor tiştê ku di destê wî de heye, meqbûl e.


Wê rêwîtiya dirêj a ku Xwedayê we Xudan çil salan hûn li beriyê gerandî bînin bîra xwe. Wî hûn xistin tengasiyê û ceribandin ku ya di dilê we de heye û ka hûn emrên wî pêk tînin an na, xuya bibe.


Çimkî Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe.


Evên ha hemû di baweriyê de mirin. Ew negihîştin sozên ku hatibûn dayîn, lê belê ew ji dûr ve dîtin û silav li wan kirin; wan eşkere kir ku ew li ser rûyê erdê xerîb û mêvan in.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite