14 Îsraêl Afirînerê xwe ji bîr kir. Ji xwe re qesir çêkirin. Cihûda bajarên bisûr zêde kirin. Lê ezê êgir bi ser bajarên wan de bibarînim. Ev agir wê bircên wan daqurtîne û tune bike.”
Lê heke hûn guh nedin min, di Roja Septê de bar di dergehên Orşelîmê re derbas bikin û Roja Septê pîroz nehesibînin, ezê êgir bi dergehên bajêr bixim. Wê agir qesrên Orşelîmê daqurtîne û netefe.’”
Ezê cezayê rojên ku wê ji Baalan re bixûr pêxistibû bidim; Wê xwe bi guhar û gustîlan xemilandibû, Dabû pey yarên xwe Û wê ez ji bîr kiribûm.” Ev e gotina Xudan.
Ji ser bilindciyên rût û tazî dengek tê bihîstin, Girî û lavakirina gelê Îsraêl. Çimkî ew ji riya xwe xwarovîçko bûn. Wan Xwedayê xwe Xudan ji bîr kir.
Çimkî gava ew zarokên xwe li ba xwe bibîne Ku karên destê min in, Wê zarok navê min pîroz bikin. Wê Pîrozê Aqûb pîroz bikin Û ji Xwedayê Îsraêl bitirsin.
Ahav, çawa ku gunehên bi çûna Yarovamê kurê Nevat ne bes bin, rabû bi ser de jî keça Etbaalê Padîşahê Saydayiyan Îzabelê ji xwe re anî. Piştre ji Baal re xulamî kir û perizî wî.
Wê zad û nanê te daqurtîne, Keç û kurên te daqurtîne, Pez û dewarên te daqurtîne Û mêw û darhejîrên te daqurtîne. Wê bajarên te yên bisûr ên ku tu pê ewle yî, Bi şûr biperçiqîne.”
“Gelê min ji nebûna zanînê tune bû. Ji ber ku te zanîn red kir, Ezê te ji kahintiya xwe red bikim. Te Şerîeta Xwedayê xwe ji bîr kir. Ezê jî zarokên te ji bîr bikim.