6 Bi fen û fûtên xwe, Dilê xwe wek tenûrê amade dikin. Hêrsa wan tevahiya şevê didome. Gava dibe serê sibê, Wek pêta êgir geş dibe.
Wey li wan kesên ku li ser nivînên xwe, Xerabî û neheqiyê difikirin! Ji ber ku hêzdar in, Bi hilatina rojê re fikrên wan pêk tînin.
Hemû wekî tenûra sincirî ne, Ew serekên xwe dadiqurtînin û dixwin. Tevahiya padîşahên wan ketin, Di nav wan de kesekî ku gazî min bike tuneye.
Hemû zinakar in. Dilê wan wek tenûra nanpêj disincire; Ewqas gur û geş e ku heta hevîr bistre û tirş bibe, Hewce nake nanpêj tenûrê tev bide.
Çimkî heta xerabî nekin, nikarin razên, Heke ew kesekî nedin terpilîn, xewa wan nayê.
Gava ku tu hêrs bibî ya Xudan, Tê wan bikî wek firina dadayî; Bi xezeba xwe daqurtînî, Bi agir wan biqedînî.