Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hoşêya 7:4 - Kurmanji Încîl

4 Hemû zinakar in. Dilê wan wek tenûra nanpêj disincire; Ewqas gur û geş e ku heta hevîr bistre û tirş bibe, Hewce nake nanpêj tenûrê tev bide.

Gade chapit la Kopi




Hoşêya 7:4
10 Referans Kwoze  

Xwezî ji bo min li beriyê, Qonaxeke rêwiyan hebûya Ku min gelê xwe berda Û ez ji ba wan biçûma. Hemû zinakar û koma bêbextan in.


Hey zînakarno! Ma hûn nizanin ku dostaniya bi dinyayê re, dijminahiya bi Xwedê re ye? Loma kî ku bixwaze bibe dostê dinyayê, xwe dike dijminê Xwedê.


Gelê min bi pûtekî darîn dişêwire, Darê wî bersiva wî dide! Ruhê zinayê ew ji rê derxist, Ji Xwedayê xwe dûr ket û zina kir.


Nalet, derew, mêrkujî, dizî û zina her derî dagirtiye. Zordariyê dikin û xwîna hev dirijînin.


Ne qenc e ku hûn pesnê xwe didin. Ma hûn nizanin ku piçek hevîrtirşk tevahiya hevîr tirş dike?


Çimkî welat bi zinakaran tije bû. Ji ber naletê welat şînê dike, Mêrgên çolê ziwa bûn. Riya wan şaş e, Hêza wan ji bo neheqiyê ye.


Wê bixwin lê têr nebin. Wê zinayê bikin lê zêde nebin. Çimkî wan dev ji spartina Xudan berda.


Xwezî serê min kanî Û çavê min çavkaniya hêsiran bûya Ku ez ji bo kuştiyên gelê xwe yê delal, Bi şev û roj bigiriyama.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite