10 Serekên Cihûdayê mîna wan kesan in Ku cihê kevirên sînor diguherînin. Ezê xezeba xwe wekî lehiyê bi ser wan de bînim.
“Li welatê ku Xwedayê we Xudan dide we ku hûn ji xwe re bikin milk, hûnê sînorê cîranê xwe yê ku berê hatiye kifşkirin neguherînin.
Loma bila her evdê te yê dilsoz Gava ku hewcedar e bi dua ji te bixwazin. Da ku negihîje wan rabûna avên mezin.
“‘Nalet li wî kesî ku cihê sînorê cîranê xwe diguherîne.’ Bila tevahiya gel bêje: ‘Amîn!’
Lê ewê ku peyva min dibihîze û nake, ew mîna mirovekî ye ku xaniyek li ser axê, bê bingeh ava kir. Lehiyê li xênî da û ew di cih de hilweşiya û ketina wî xaniyî gelek dijwar bû.»
Baran dibare, bahoz radibe, lehî tê û li wî xaniyî dixin û xanî hildiweşe. Û bi hilweşîneke mezin dikeve.»
Cihê sînorê kevin neguherîne Ku bav û kalên te danîne.
Destpêka pevçûnê wekî berdana avê ye, Loma beriya ku pevçûn derkeve, dev jê berde.
Tevahiya rojê wek avê dor li min pêçan, Û hemûyan bi hev re ez rapêçam.
Xezeba xwe bi ser wan de birijîne, Şidbûna hêrsa xwe bi wan bigihîne!
Serekên te serhildêr, Bûne hevparên dizan. Tev ji bertîlê hez dikin, Dane pey diyariyan. Mafê sêwiyan nadin, Nakin doza jinebiyan.