9 Ji ber vê yekê ezê di dema wê de dexlê xwe, Di demsala wê de şeraba xwe jê bistînim. Ezê yekser kitan û hiriya xwe bistînim Ku bedena wê radipêçe.
Hûnê dîsa ferqa di navbera kesên rast û xerab de fêm bikin. Hûnê hay ji wan kesan hebin ku xulamiya Xwedê dikin an na.”
Heke gelê Edomê bibêje: “Em hatin perçiqandin, lê emê dîsa wêraneyên xwe ava bikin,” wê gavê Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bila ava bikin, lê ezê hilweşînim. Wê ji wan re ‘Welatê xerab û gelê ku xezeba Xudan heta hetayê li ser wan e’ bê gotin.
An na ezê wê şilfîtazî bikim, Ezê bikim wek roja ku ji diya xwe bûye. Ezê wê bikim çol û berî, Ezê bikim erdê ziwa Û ji bêaviyê bikujim.
Wê serweta wan talan, Malên wan wêran bibe. Wê malan ava bikin, Lê wê tê de rûnenên. Wê rezan deynin, Lê wê ji şeraba wê venexwin.”
Kî dizane, belkî bizivire, dev jê berde Û ew bereketê li pey xwe dihêle. Wê gavê hûnê pêşkêşiyên dexlê û rijandinê Bidin Xwedayê xwe Xudan.
Wê bênder û mehsere gel têr nekin, Hêviya şeraba nû wê vala derkeve.
Ji ber ku ew bayê diçînin, Wê bagerê hilînin. Genimê bêsimbil nabe arvan; Bibe jî wê xerîb daqurtînin.
Çimkî wê Padîşahê Bakur artêşeke mezintir bicivîne, piştî çend salan, bi artêşeke baş amadekirî re bê.