Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hoşêya 14:8 - Kurmanji Încîl

8 Ya Efrayîm, çi karê min bi pûtan re heye? Ezê bersivê bidim û ezê hay ji te hebim. Ez mîna dara çama şîn im, Fêkiyê te ji min e.”

Gade chapit la Kopi




Hoşêya 14:8
23 Referans Kwoze  

Ya ku min nedîtiye, tu hînî min bike. Heke min neheqî kiribe, ezê careke din nekim’?


Her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî ji jor e, ji Bavê ronahiyan tê xwarê. Li ba wî guherîn û siya zivironekiyê tune.


«Û ew rabû, li bavê xwe vegeriya. Lê hê ji dûr ve bavê wî ew dît û dilê wî bi kurê wî şewitî. Û ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe û ramûsand.


Wê di şûna devî û diriyan de çam, Di şûna gezgezkê de dara mêrsînê şîn bibe. Wê ev yek ji bo Xudan bibe nav û deng, Bibe nîşaneke herheyî ku nayê avêtin.”


Ezê li beriyê dara sedrê, dara aqasyayê, Darên mêrsîn û zeytûnê bidim. Li çol û deştê çam û çinarê, Bi spîndarê re bidim.


Çimkî ew li ser me dibêjin, ka we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pûtan li Xwedê vegeriyane, ku hûn xulamtiyê ji Xwedayê jîndar û rast re bikin


Çimkî Xwedê ye yê ku di dilê we de dixebite, da ku hem daxwaz û hem jî kirina we li wî xweş bê.


ji ber ku berê ronahiyê di her qencî, rastî û rastdariyê de ye.


Me hemûyan ji xezîna wî kerem li ser keremê stand.


“Darên çam, çinar û spîndarên ku rûmeta Lubnanê ne, Wê hemû bi hev re bên ba te Û cihê Pîrozgeha min xweşik bikin. Ezê cihê lingên xwe birûmet bikim.


Îcar ew li ber mirovên din bi lavijan dibêje: ‘Min guneh kir û ji rastiyê şaş bûm, Lê min heqê xwe nestand.


Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim.


Wisa ku hûn, ji bo rûmet û pesnê Xwedê bi berê rastdariyê yê ku ji Îsa Mesîh tê, tije bibin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite