4 “Lê Yê ku tu ji welatê Misrê deranî, Xwedayê te Xudan ez im. Tê ji bilî min îlahan nas nekî, Ji min pê ve rizgarkar tuneye.
“Lê min, Xwedayê te Xudan Tu ji welatê Misrê deranî. Her wekî rojên cejnê, Ezê dîsa te di konan de bidim rûniştandin.
Çimkî ez Xwedayê te Xudan, Pîrozê Îsraêl û rizgarkarê te me. Min wekî kefaret Misrê, Di ber te de Kûş û Sevayê da.
Xilasî bi tu kesî din tune; çimkî di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin.»
Di nava hemû îlahên welatan de, îlahên ku welatên xwe ji destê min rizgar kirine kî ne ku Xudan Orşelîmê ji destê min rizgar bike?’”
Gava em ji wir vegerin, ezê rezên wê bidimê. Deşta Exorê jê re bikim deriyê hêviyê. Li wir wekî di rojên ciwaniyê de, Wekî dema ji welatê Misrê derketiye Wê bi şahî bersiva min bide.”
Ezê bi dilsozî bi te re bizewicim Û tê Xudan nas bikî.”
“Hê gava Îsraêl zarok bû min jê hez kir, Min ji Misrê gazî kurê xwe kir.
Min ji pêxemberan re jî digot. Min dîtinî zêde kirin, Min bi riya pêxemberan meselok gotin.”
Xudan li masî emir kir û masî Ûnis avêt bejahiyê.