Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hoşêya 13:3 - Kurmanji Încîl

3 Loma wê bibin mîna mija serê sibê, Mîna xunava zû radibe û diçe. Wê bibe wekî hûrika kaya li bênderê ku bi bagerê re radibe Û dûyê ji kulekê hildifûre.

Gade chapit la Kopi




Hoşêya 13:3
11 Referans Kwoze  

Xudan wiha dibêje: “Ya Efrayîm ez çi bikim ji te? Ya Cihûda ez çi bikim ji te? Dilovaniya we mîna mija serê sibê ye, Mîna xunava zû radibe û diçe.


Xerab ne weha ne, Wek hûrikê kayê ne ku ba lê dixe û dibe.


Bila wan belav ke, wek dûyê belavbûyî; Wek şimaya ku li ber agir dihele, Bila yên xerab li ber Xwedê nemînin!


Hesin, gil, tûnc, zêr û zîv bi hev re perçe bûn. Wekî hûrikên kaya bênderê hûr bûn û bayê ew bi xwe re birin. Herçî kevirê li peyker ket, bû çiyayekî mezin û tevahiya rûyê erdê tije kir.


Netewe wekî ava rabûyî bixumin jî, Gava Xwedê erzê wan bişikêne wê dûr birevin. Wekî hûrika kaya çiyan Li ber bayê bikevin, Wekî toza gêrbûyî Li ber babelîskê bipengizin.


Çend caran bûn kaya li ber bayê Û hûrika kayê ya ku bahozê bi xwe re birî.


Tirs û saw ez serobino kirim Û wekî bayê şerefa min qewitand. Xweşiya min wekî ewrê çû.


Beriya ku ferman rabe Û roj wek hûrika kayê derbas bibe, Beriya ku hêrsa dijwar a Xudan bi ser we de were Û beriya ku hêrsa roja Xudan bi ser we de were, bicivin!


‘Tovê hatiye çandin, wê berdar be. Wê mêw tiriyê xwe, ax berê xwe, ezman xunava xwe bide. Ezê tevahiya van tiştan, wekî milk bidim bermayiyê vî gelî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite