Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hoşêya 10:6 - Kurmanji Încîl

6 Herwiha wê ew pût, Ji padîşahê mezin re wekî diyarî, Ji Aşûrê re bê şandin. Wê bibe şerma Efrayîm, Îsraêl ji ber şîreta xwe, wê şerm bike.

Gade chapit la Kopi




Hoşêya 10:6
22 Referans Kwoze  

“Gava Efrayîm nexweşiya xwe, Cihûda birîna xwe dît, Efrayîm çû Aşûrê Û ji padîşahê mezin alîkariyê xwest. Lê ew nikare şifa bide we, Nikare birîna we bikewîne.


Wê spartina Firewn ji bo we şerm, Ketina bin siya Misrê, ji bo we riswatî be.


Wê îlahên wan, ango pûtên wan ên rijandî, bi firaxên zêr û zîvîn re hilde û bibe Misrê. Wê ji bo çend salan Padîşahê Bakur rihet bihêle.


Lê wan guhdarî nekir û guh neda. Ew tenê li gorî şêwra dilê xwe yê hişk û xerab çûn. Ew ne berepêş, lê berepaş çûn.


We qanûnên Omrî û hemû kirinên Mala Ahav pêk anîn, Hûn beşdarî fen û fûtên wan bûn. Loma ezê we bikim wêrane Û şêniyên we bikim sedema fîkandinê. Hûnê barê riswatiya welatê min hilgirin.”


Ew karê Îsraêliyan e, Hosteyekî ew pûtê golikî çêkir; Ew ne Xwedê ye! Wê golikê Sameryayê bê perçekirin.


Bahozê ew li baskên xwe rapêçandin, Wê ji ber qurbanên xwe şermezar bibin.


Her çiqas kahin zêde bûn, Li dijî min ewqas guneh kirin. Ezê rûmeta wan veguhezînim şermê.


Çawa ku Mala Îsraêl li Bêt-Êlê şerm kir ku pê ewle bûye, wê Moav ji Kemoşê îlah wisa şerm bike.


Wê hemû rezîl û şermezar bibin. Hemû kesên pûtan çêdikin, Wê bi hev re rezîl bibin.


Wê ji darberûyên ku li binê wan şa bûn şerm bikin, Ji bexçeyên hilbijartine rûyê wan sor bibin.


Hêza gavên wan kêm dibe, Pîlanên wan, wan li erdê dixe.


Şalmaneserê Padîşahê Aşûrê çû ser Hoşêya. Hoşêya bû xulamê wî û bac da wî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite