14 Loma wê di nav gelê we de, xirecira şer derkeve, Wê tevahiya bircên te bên hilweşandin. Çawa ku Şalman di roja şer de Bêtarbêlê xera kir, Dayik û zarok li erdê xistin û perçe kirin.
Samerya wê cezayê sûcê xwe bikişîne, Çimkî li dijî Xwedayê xwe serî hilda. Wê bi şûran bikevin. Wê zarokên wan li erdê bên xistin û perçekirin, Wê zikên jinên bizaro bên qelaştin.”
Dîsa jî ew hat sirgûnkirin, Gelê wî êsîr bû. Zarokên wî jî li serê her kuçeyê hatin perçekirin. Ji bo rûmetdarên wî pişk hat avêtin, Hemû mezinên wî hatin zincîrkirin.
Gava Reb Xudanê Karîndar dest dide erdê, Dinya dihele û hemû şêniyên wê şînê dikin. Tevahiya erdê wekî Çemê Nîlê bilind dibe Û wekî çemê Misrê dîsa dadikeve.
Gunehkarên Siyonê tirsiyan, Lerzekê bi xwedênenasan girt. Dibêjin: “Ma kî ji me dikare li ber agirê bimîne Ku dixwe û tune dike? Kî ji me dikare li ber pêtên herheyî rûne?”
Wan dev ji hemû emrên Xwedayê xwe Xudan berda. Ji xwe re du pûtên golikên rijandî û pûtekî Aşêrayê çêkirin. Herwiha li ber nexşên ezmanan deverû çûn erdê û perizîn Baal.
Ezê wan, bav û kuran li hev bixim û bipelixînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê li ber wan nekevim û wan ji cezakirinê neparêzim. Gava ez wan xera dikim, ezê li wan neyêm rehmê.’”