Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hoşêya 10:11 - Kurmanji Încîl

11 Efrayîm wek çêleka perwerdekirî ye, Ew ji gêrekirinê hez dike. Ezê nîr bixim stûyê wê yê bedew, Ezê bi Efrayîm bidim cotkirin, Bila Cihûda jî cot bike. Wê ziriyeta Aqûb ji bo xwe tevrik bike.

Gade chapit la Kopi




Hoşêya 10:11
13 Referans Kwoze  

Ji ber ku Îsraêl wek çêlekeke serhişk, serhişkî kir, Ma êdî wê Xudan wan wekî berxikan Li mêrgên berfirehiyê biçêrîne?


“Ya talankarên mîrasa min! Tevî ku hûn şa û dilgeş dibin, Tevî ku hûn wekî çêlekeke li mêrgê dipengizin Û wekî hespan dihîrin,


“Tê devê gayê gêrê dike girê nedî.


Çimkî yên weha ne ji Xudanê me Mesîh re, lê belê ji zikê xwe re xizmetê dikin. Bi gotinên xweş û xemilandî dilê mirovên saf dixapînin.


Min ew bi benên qenciya mirovahiyê, Bi girêdanên hezkirinê hilkişandin. Min nîrê wan rakirin, Min xwe tewand û xwarin da wan.


Ya Îsraêl, şa nebe! Wek gelên din kêfxweş nebe! Ji ber ku te bêbextî li Xwedayê xwe kir, Te zina kir. Di tevahiya bênderên dexlan de, Te ji destmiza fahîşeyan hez kir.


Xudan dîsa ji min re got: “Here ji jinika ku yarê wê heye û zinakariyê dike hez bike, çawa Xudan ji Îsraêliyên ku berê xwe dan îlahên din û dil dan bastîqê tirî hez dike.”


Diya wan zina kir, Li wan bi zaro ma, riswatî kir. Got: ‘Ezê li pey yarên xwe herim. Ew av û nan, hirî û kitan, Meyê û rûnê zeytê didin min.’


Ma cotkar hergav diçîne? Ma hergav axa xwe dikole û tevrik dike?


Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Min nîrê hesin xist stûyê van hemû miletan ku xulamiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bikin. Wê esse jê re xulamiyê bikin. Min heywanên çolê jî dan wî.’”


“Misir wekî çêlekeke ciwan a xweşik e, Lê ji bakur ve kermozek bi ser de tê.


Xwedê dibêje: “Ya Siyona keç! Rabe gêre bike! Çimkî ezê qiloçên te bikim hesin Û simên te bikim tûnc. Tê pir miletan hûr hûr bikî. Û tevahiya qezenca zordariyê bidî Xudan. Tê dewlemendiya wan bidî Rebê tevahiya dinyayê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite