26 Wê alîkariya birayên xwe di Konê Hevdîtinê de bikin lê wê xizmetê nekin. Tê berpirsiyariya Lêwiyiyan bi vî awayî saz bikî.”
Wê Lêwiyî li dora meskenê ku Sindoqa Şahidiyê tê de ye kon vedin ku xezeb bi ser civaka Îsraêl de neyê. Wê nobedariya meskên bikin.”
Di van tiştan de xîretkêş be û xwe bide wan, da ku pêşveçûna te ji hemûyan re eşkere be.
Bi vî awayî Lêwiyiyan ji bo xizmeta Mala Xudan, peywira nobedariya Konê Hevdîtinê û Cihê Herî Pîroz û alîkariya birayên xwe Harûniyan pêk anîn.
Ji nîvê para din a gelê Îsraêl ji mirov û hemû heywanan –pez, ker an dewar– ji pênciyan yekî bistînî û bidî Lêwiyiyên ku nobedariya Meskenê Xudan dikin.”
Wê tevli te bin û hemû xizmeta Konê Hevdîtinê bikin. Kesekî ne Lêwiyî wê nêzîkî we nebe.”
Wê serekê pêşengên Lêwiyiyan, Êlezarê kurê Harûnê Kahin bibûya û ji kesên ku peywirên Pîrozgehê dikin berpirsiyar bibûya.
Lê piştî pêncî salî wê dev ji karê xizmetê berdin û careke din xizmetê nekin.