22 Ji wê rojê û pêve Lêwiyî diketin Konê Hevdîtinê ku li ber Harûn û kurên wî xizmetê bikin. Çawa ku Xudan li ser Lêwiyiyan li Mûsa emir kiribû, wan wiha kir.
Îcar Lêwiyiyan xwe ji gunehan paqij kirin û cilên xwe şûştin. Piştre Harûn ew li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê pêşkêş kirin û ji bo paqijkirina wan kefaret da.
Tê Lêwiyiyan li ser meskenê ku Sindoqa Şahidiyê tê de ye, hemû taximên wî û her tiştê girêdayî meskên bikî berpirsiyar. Wê meskên û hemû taximên wî hilgirin, jê re xizmetê bikin û li dora meskên kon vedin.