Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Hejmartin 8:21 - Kurmanji Încîl

21 Îcar Lêwiyiyan xwe ji gunehan paqij kirin û cilên xwe şûştin. Piştre Harûn ew li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê pêşkêş kirin û ji bo paqijkirina wan kefaret da.

Gade chapit la Kopi




Hejmartin 8:21
10 Referans Kwoze  

Ji bo paqijkirina wan tê wiha bikî: Ava paqijiyê bireşîne ser wan û bila di ser tevahiya bedena xwe de gûzanê derbas bikin, cilên xwe bişon û xwe paqij bikin.


Wê kesê paqij di roja sisêyan û roja heftan de avê bi ser kesê qirêj de bireşîne û di roja heftan de wê paqij bê hesibandin. Îcar wê kesê paqijbûyî cilên xwe û serê xwe bişo. Wê êvarê paqij bê hesibandin.


“Piştî ku te ew paqij kirin û wekî pêşkêşiya raberkirinê dan, wê Lêwiyî bikevin hundir ku xizmeta Konê Hevdîtinê bikin.


Wê di roja sisêyan û roja heftan de xwe bi ava paqijiyê bişo û bi vî awayî paqij bibe. Gava ew xwe di roja sisêyan û roja heftan de neşo, wê paqij neyê hesibandin.


“Va ye min di şûna kurên pêşî yên ji zikên Îsraêliyan de ji nav gelê Îsraêl Lêwiyî hilbijartin. Wê Lêwiyî yên min bin.


Xudan ji Mûsa re got: “Tu here ba gel, bila îro û sibê xwe pak bikin. Bila kincên xwe bişon.


Mûsa, Harûn û tevahiya civaka Îsraêl tişta ji bo Lêwiyiyan hat gotin, kir. Gelê Îsraêl her tiştên ku Xudan ji bo Lêwiyiyan li Mûsa emir kiribû kirin.


Ji wê rojê û pêve Lêwiyî diketin Konê Hevdîtinê ku li ber Harûn û kurên wî xizmetê bikin. Çawa ku Xudan li ser Lêwiyiyan li Mûsa emir kiribû, wan wiha kir.


Kahinê karê paqijiyê dike wê kesê ku wê paqij be û tevahiya van tiştan li hizûra Xudan, li ber deriyê Konê Hevdîtinê bide sekinandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite