16 Çimkî di nav gelê Îsraêl de ew bi tevahî ji min re hatine veqetandin. Min di şûna kurên pêşî yên Îsraêliyan de ew ji xwe re veqetandin.
“Va ye min di şûna kurên pêşî yên ji zikên Îsraêliyan de ji nav gelê Îsraêl Lêwiyî hilbijartin. Wê Lêwiyî yên min bin.
“Di şûna hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl de Lêwiyiyan û di şûna heywanên wan de heywanên Lêwiyiyan hilîne. Wê Lêwiyî yên min bin. Ez Xudan im.
Tê Lêwiyiyan bidî Harûn û kurên wî. Di nav gelê Îsraêl de ew bi tevahî jê re hatine veqetandin.
“Tevahiya kurên pêşî ji bo min pîroz bikin. Li Îsraêlê hemû berê pêşî yê zik, dixwazî mirov, dixwazî heywan be, yê min e.”
“Gazî eşîra Lêwî bike ku nêzîk bibin. Wan bîne pêşberî Harûnê Kahin ku jê re xizmetê bikin.
Çimkî her yê pêşî yê min e. Roja min li welatê Misrê li hemû kurên pêşî xist, min ji gelê Îsraêl çi mirov, çi heywan ji bo xwe her yê pêşî veqetandin. Ez Xudan im.”